Welatiyên li dijî îstîmlaqkirinê derketin hatin binçavkirin

img
HATAY - Welatiyên li Samandagê hewl dan makîneyên kar ên dixwestin têkevin zeytûngeh û baxçeyên narînciyeyan ku di bin navê “îstîmlaqkirina lezgîn” de hatine desteserkirin, hatin binçavkirin. 
 
Zeviyên welatiyan ên li Taxa Magaracik a navçeya Samandagê ya Hatayê ku çavkaniyên wan ên debarê ne, bi hinceta malên TOKÎ’yê yên di merhelaya 3’yemîn de, bi biryara “îstîmlaqkirina lezgîn” hatin xespkirin. Welatiyên ku di demên berê de li dijî birîna darên zeytûnan li ber xwe dan, îro di danê sibehê de hewl dan pêşî li makîneyên kar bigirin da ku nekevin nava zeviyan. Cendirmeyan, mudaxileyî welatiyan kirin. 
 
Welatiyên nehiştin makîneyên kar têkevin nava zeytûngeh û baxçeyên narînciyeyan, ji hêla cendirmeyan ve hatin derbkirin û binçavkirin. Hat zanîn ku pêvajoya dadgehê ya li dijî biryara îstîmlaqkirinê haiye destpêkirin hêj berdewam dike.