Ji bo girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê divê pêvajoya reformê bê destpêkirin 2025-05-09 13:05:03   AMED - MED TUHAD-FED, TUAY-DER û Şaxa OHD’ê ya Amedê têkildarî girtiyên nexweş û girtiyên tehliyeyên wan hatine astengkirin daxuyanî dan û diyar kirin ku ji bo pêşiya çareseriya aştiyane were vekirin, di serî de girtîgeh divê pêvajoyeke reformê ku rêz ji mafên mirovan re tê girtin were destpêkirin.    Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevnaiya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê têkildarî girtiyên nexweş, girtiyên tehliyeyên wan tên astengkirin û mafê hêviyê, li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî dan. Gelek xizmên girtiyên nexweş û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Parastina jiyanê avakirina aştiyê ye” hate hilgirtin.    Daxuyaniya hevpar ji hêla Sekreterê Komîsyona Girtîgehan a OHD’ê Ferat Koçeroglû ve hate xwendin. Koçeroglû, diyar kir ku li girtîgehan tecrîdeke giran, sepanên keyfî yên înfazê û binpêkirina mafê jiyanê yê girtiyên nexweş heye. Koçeroglû, got: “Rejîma înfaza muebbeta girankirî rejîmeke dermirovî ye û ev ne li gorî rêgezên dewleta hiqûqê ye. Serweriya hiqûqê û rûmeta mirovan bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin. Tevî raporên bijîşk û nexweşxaneyên bi hezaran girtiyên nexweş tedawî dikin jî, ger nexweşxaneyên baş ên ji hêla Wezareta Dadê ve hatine diyarkirin jî bin, heta Saziya Tipa Edlî (ATK) erê neke girtî nayên berdan. Di rewşa heyî de ATK nikare biryarên bêalî û serbixwe bide û ji ber kirariyên burokratîk, bi girtiyên nexweş demekî dirêj dide windakirin.”    'LI AMED Û BAJARÊN DERDORÊ 89 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE’    Bi domdarî Koçeroglû anî ziman ku neberdana girtiyên nexweş di biryarên DMME’yê de weke “îşkence û miameleya dermirovî” tê nirxandin û got: “Jixwe gelek girtiyên nexweş ên jiyana xwe ji dest dane yan jî nexweşiyên wan êdî derbasî asteke jêneveger bûne, nîşaneyeke şênber e ku dewlet mafê tenduristiyê û mafê jiyanê binpê dike. Têkildarî girtiyên nexweş di mewzûatê de tu guhertin nehatin kirin, di mijara taloqkirina cezayê girtiyan de cihêkarî hate kirin, derfetên tedawiyê nehatin avakirin û pêvajoya tedawiyê veguherandin pêvajoya cezayê. Ev rastiyeke berbiçav e ku ji wê îdare û wezaret berpirsyar e.”    Koçeroglû, hejmara girtiyên nexweş ên li Amed û bajarên derdora wê parve kir û da zanîn ku li Amedê 37, li Xarpêtê 8, li Erziromê 30, li Erzînganê 14 û bi giştî 89 girtiyên nexweş hene. Koçeroglû, bang kir ku astengiyên li pêşiya tedawîkirina girtiyên nexweş bên rakirin û bên berdan.    'TEHLIYEYA 31 GIRTIYAN TÊ ASTENGKIRIN’    Di berdewamê de Koçeroglû agahiyên têkildarî girtiyên li heman girtîgehan tehliyeyên wan ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hatine astengkirin parve kir û wiha pê de çû: “Gelek girtiyên ku dema cezayê xwe temam kirin û divê bên tehliyekirin, ji ber biryarên keyfî yên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê nayên berdan û azadiya wan tê xespkirin. Li girtîgehên Amed, Xarpêt, Erzîngan û Erziromê bi giştî tehliyeya 31 girtiyan ji ber biryarên lijneyan ên keyfî û cezayên disiplînê yên keyfî hatine astengkirin. Dema wan a tehliyeyê diyar nîne û ev yek hem binpêkirina mafên azadî û ewlehiyê hem jî binpêkirina mafê darizandina adilane ye. Divê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê tavilê dev ji van sepanên xwe yên keyfî berdin.”    'OCALAN ÎRADEYA ÇARESERIYÊ YA BIBIRYAR RABER KIR’    Bi domdarî Koçeroglû bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Gotinên birêz Ocalan ên di bangê de ku dibêje ‘naskirina aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî’ nîşaneya israr û îradeya wî ya çareseriyê ye. Tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan ne tenê binpêkirineke maf a şexsî ye; ji hêla pêşeroja demokratîk û pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê jî astengiyeke mezin e. Ji bo ev bang cihê xwe bigire, hewceye pergala tecrîdê ya li Îmraliyê were rakirin û derfetên ku birêz Ocalan bikare ji avakirina civaka demokratîk re sûdewer be bên avakirin.”   BANGA PÊVAJOYA REFORMÊ   Koçeroglû, destnîşan kir ku ji bo pêşiya pêvaoya aştiyane were vekirin hewceye ev tişt bên kirin: “Ji bo pêşiya rêyên çareseriya aştiyane bên vekirin, ji bo hemû welatî li ser zemîna hemwelatiya wekhev bikarin bijîn û ji bo serweriya hiqûqê; di serî de girtîgeh divê li hemû saziyên dewletê de pêvajoyeke reformê ku rêzê ji mafên mirovan re digire bê destpêkirin. Divê sepanên cihêkar û keyfî yênl i girtîgehan tavilê bên bidawîkirin. Em bang li tevahiya civakê û raya giştî dikin ku li dijî binpêkirinên mafan bihestiyar tevbigerin, piştgiriyê bidin têkoşîna dewleta hiqûqî û demokratîk û berpirsyartiyê li xwe bigirin.”    Wekîlê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî got ku bi hezaran girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin û got: “Girtîgeh, ji hêla îktîdarê ve weke amûra zextê tên bikaranîn. Divê ev der tavilê bên girtin.” Eren, bi domdarî got ku divê mercên Abdullah Ocalan bên avakirin da pêvajoya diyalogê di mercên hevpar de bên kirin. Eren, got ku divê Abdullah Ocalan bikare bi rêxistinên civaka sivîl, rojnameger, rewşenbîr û gel re têkiliyan deyne.    Daxuyanî, bi dirûşmên “Bijî berxwdana zindanan" û "Maf, hiqûq, edalet” bi dawî bû.