Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe 2025-05-09 13:10:54 COLEMÊRG - Yasîn Dere piştî dîlgirtina 31 salan hate berdan, li bajarê xwe Geverê bi girseyî hat pêşwazîkirin.   Yasîn Dere yê ku di sala 1994'an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê hat girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ve bi hinceta "yekitî û yekparebûna dewletê xera kiriye" cezayê muebetê lê hat birîn dema 15 salî bû ket girtîgehê 46 saliya xwe de ji girtîgehê derket. Dere duh li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê piştî dîlgirtina 31 salan hate berdan, li Geverê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Dere ji aliyê rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), aktîvîstên Tevgera Jin Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, hevşaredar, endamên meclîsê, malbat û her wiha bi sedan kesî ve bi gerandina govendê hat pêşwazîkirin.   Li deşta Geverê Dayikên Aştiyê bi kulîlkan Dere pêşwazî kirin. Di pêşwazîkirina bi coş de bênavber dirûşmên; ‘Bijî berxwedana zindanan’ hat berzkirin. Piştî pêşwazîkirinê girse bi konvoya wesayîtan çûn malê û li pêşiya avahiya malê girseya heyî jî Dere û konvoy pêşwazî kirin.    Hevserokê DEM Partiyê yê navçeya Geverê Ercan Sevmez li vir axivî û xwest ku serbestberdana Dere bibe sedema serbestberdana hemû girtiyên din ên siyasî û got, "Em hêvîdar in ku ev serbestberdan wê rê li ber aştiya civakî û azadiyeke mezin veke."   Dere jî axaftinek kir û wiha got: "Piştî demeke dirêj, wek 31 sal berê ez bi kelecan im ku hatim axa lê ji dayik bûm û mezin bûm. Ev ne bi dûrmayînê re eleqedar e, li gel her tiştî jî jîyanek hebû. Jiyana li cihekî mîna girtîgehê zehmet e, lê belê eger bawerî, sebir û nirxên we hebin, wê girtîgeh bibin cihên jiyanê."   Piştî axaftinan bi çepikan û tîlîliyan peşwazîkirin bi dawî bû.