Besê Hozat: Em ê bibin pêşengên pêvajoyê 2025-05-13 11:11:41 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat têkildarî 12’emîn Kongreya PKK’ê axivî û got ew ê pêşengtiya pêvajoya dîrokî bikin.  Nîqaş û nirxandinên têkildarî biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê ku piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû lidarxistin, didomin. PKK’ê biryara xwefesixkirinê da. ANF’ê, axaftina Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat a di kongreyê de weşand.    Besê Hozat, got kongre ne “dawî ye” û ev tişt anî ziman: “Weke ku Rêbertî jî got, ev yek bi rastî jî bidawîbûnek nîne, destpêkeke nû ye. Pêvajoyeke guhertin, veguhertin û jinûve avabûnê ye. Dema ku mirov bi kûrahî li dîrokê dinihêrin, li dîroka xwe ya têkoşînê û dema hewl dide perspektîfên Rêbertî yên li ser vê pêvajoyê bi kûrahî fêhm bike, mirov bi hêsanî dikarin vê encamê werbigirin. Lewma em dikarin xwe ji wê atmosfera hestewarî rizgar bikin. Ji aliyê xwe ve min ev yek jiya, dixwazim vê yekê bibêjim. Bêguman perspektîfên Rêbertî gelekî balkêş in, Rêbertî rapora polîtîk pêşkêşî her kongreyê kir. Di gelek kongreyên em tevlibûn de ew raporên polîtîk hatin xwendin, li ser wê perspektîfê nîqaşên kongreyê hatin kirin û bi encam bûn. Di encama têkoşîneke bêhempa de ku tecrîd hate şikandin, bi tevlibûna Rêbertî re em kongreyeke bi vî rengî pêk tînin. Me rapora polîtîk a Rêbertî weke şensekî mezin xwend. Bêguman afirandina vî zemînî di encama têkoşîneke mezin de pêk hat. Yanî destpêkirina vê kongreyê li ser rapora polîtîk a Rêbertî, encama têkoşîneke gelekî mezin bû. Û navenda vê têkoşînê teqez Îmrali bû.”   ‘RÊBERTIYÊ TEVGER GUHERAND Û MEZIN KIR’   Besê Hozat, wiha domand: “Li Îmraliyê 26 sal in têkoşîneke bêhempa heye. Weke tevger jî ji sala 1999'an û pê ve, bêguman beriya wê jî heye, lê dixwazim bi taybetî piştî komployê binirxînim, weke tevger em li dora xeta Rêbertî têkoşînekê bimeşînin. Em li ber xwe didin, berxwedêrî û baweriya xwe ji wir werdigirin. Eger parêznameyên ji 5 pirtûkan ên Rêbertî nebûna, ji kongreya 7'an û pê ve bi rê û rêbazekê eger tev li pêvajoyê nebûya, tevlibûn û destwerdana wî nebûya bi rastî jî 26 salan me yê karîbûya têkoşîneke ewqasî mezin bimeşanda, karîbûna li ser piyan biman, bi têkoşîneke bi heybet karîbûna xwe bigihanda vê serdemê? Dema ku li bersiva vê pirsê digerim, bi dîtina min bêyî Rêbertî temenê me ewqasî dirêj nebûya. Rêbertî bi tevgerê re pêngav da avêtin. Rêbertî her ku xwe afirand, xwe jinûve ava kir vejîn bi tevgerê da kirin, tevger nû kir, ji nû ve ava kir, guhert. Kir ku biguhere, mezin kir, xurt kir.”   ‘EM Ê BIBIN PÊŞENGÊN PÊVAJOYA NÛ’    Di berdewamê de Besê Hozat anî ziman ku ew dîrokekek nû dinivîsin û axaftina xwe wiha qedand: “Dîrok wê li ser lingê xwe bê rûniştandin. Em ê bibin pêşengên vê. Dîroka azadiyê ya gelan wê bê nivîsandin. Rêbertî hemû rastiyan radixe pêş çavan û dîroka azadiyê ya gelan hemûyan bi hemû rastiyê li ser lingên wê dide rûniştandin. PKK bêguman rola xwe lîst. PKK'ê mohra xwe li dîrokê xist. Nirxên gelekî mezin afirand, wate afirand. Ne tenê ji bo gelê Kurd, ne tenê ji bo jinan ji bo tevahiya mirovahiyê û gelan nirxên gelekî mezin, wateyên gelekî mezin afirand û ev yek bû malê dîrokê. Lewma mîrateyeke gelekî mezin li pey xwe hişt. Em ê pêvajoya nû jî li ser vê mîrateya mezin ava bikin. Bi hêza jê wergirtî, bi baweriya jê wergirtî, bi wê bawerî û biryardariyê em ê vê pêvajoyê bi pêş ve bibin. Em ê bibin milîtan û pêşengên vê pêvajoya nû. Ev yek rûmeteke mezin e. Kelecaneke mezin dide mirovan.”