Ji bo 6 kesan doza ‘Newrozê’ hate vekirin 2025-05-17 09:39:46   ESKÎŞEHÎR – Li Eskîşehîrê di Newroza 2024’an de ji bo endamên Komîteya Tertîp bi îddîa “muxalefeta li hember zagonê meşa kombûyin û çalakiyê” doz hate vekirin.   Di 21’ê Adara 2024’an de di pîrzobahiyên Newrozê de doza ku ji bo 18 kesan bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê’ û “muxalefeta li hember zagonê meşa kombûyin û çalakiyê” hatibû vekirin temam bû. Dozger ji bo 12 kesan biryara “pêwîstî bi lêpirsînê tune” da.   Ji bo endamên Komîteya Tertîp a Newrozê Hulya Ogûrlû, Mûrat Ener, Bektaş Turkmen, Umît Kûşbakan, Suleyman Dîlman û Felek Aksoy îdîanama hate amadekirin. Îdianame di Dadgeha 16’mîn a Cezayê Eslî ya Eskîşehîrê hate qebûlkirin. Dadgehê biryara encamdayina bi rêbazên darazên besît bê rûniştin da.   Di îdianamê de xeberdayina Mûrat Ener wek “tehrîk” hate nirxandin. Der barê Hulya Ogûrlû, Mûrat Ener, Bektaş Turkmen, Umît Kûşbakan, Suleyman Dilman û Felek Aksoy “biryarên xwe bi cih neanîne” hate nirxandin.