Mihrîcana Fîlman a Uçan Supurge destpê dike 2025-05-17 16:09:34   ENQERE - Mihrîcana Fîlmên Jinan a Navneteweyî Uçan Supurge ku li Tirkiyeyê yekemîn mîhrîcana fîlman a jinan e di  27’ê Gulan de destpê dike.   Mihrîcana  Fîlmên Jinan a Navneteweyî Uçan Supurge  îsal wê 28’emîn car were lidarxistin. Mihrîcana ku wê li Enqereyê di navbara 27’ê Gulan-4’ê Hezîranê de were lidarxistin, dirûşma wê ‘Jinên bêhempa, çîrokên bêhempa’ ye.   Mihrîcan wê şeva 27’ê Gulanê li Baleya Operaya Dewletê ya Enqereyê bi merasîmekê dest pê bike. Di mihrîcana ku wê di navbera 28’ê Gulan- 4 Hezîranê de li navenda Çanda Komara Sedsal a şaredariya Etîmesgutê û Sînemaya Kult Kavaklidere ya Enqereyê were li darxistin de, ji 29 welatan 44 fîlm wê derbikevin pêşberî temaşevanan.   Şeva girtina Mihrîcanê ango 3’yê Hezîranê wê li Sînemaya Kult Kavaklidere were lidarxistin. Di heman şevê de yek jî fîlmên di nava fîlmên ku ‘Her yek jê rengek cuda’ de xelata FIPRESCI (Federasyona Rexnegirên Fîlmên Navneteweyî) were dayîn.