'Kaytan û Altûn dê dilê milyonan de bijîn’ 2025-05-19 09:04:56 STENBOL - Kesên tev li bîranîna ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bûn, gotin: “Em ji bo mirovên wiha re nikarin bibêjin mirine. Ew ê di dilê milyonan de bijîn.”  PKK’ê di danezana 12’emîn Kongreya xwe de ragihand ku ji kadroyên pêşeng ên partiyê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn jiyana xwe ji dest dane. Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Yek ji kesên tev li bîranîna li Stenbolê bûyî jî Fînce Akman a di Nobeta Edaletê de cih girtibû. Fînce Akman, got: “Bi dehan salan bû li çiyayên Kurdistanê bûn. Mixabin wan aştî nedîtin. Em şer naxwazin û aştiyê dixwazin. Em naxwazin êdî hêsirên tu dayikan bibarin. Em ê xwedî li ked û têkoşîna şehîdên xwe Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn derkevin. Sirri Sureyya Onder jî Tirkmen bû lê xwedî wijdan bû. Wanê emrê xwe fedayî vê dozê kirin. Bi hezaran şehîdên me hene. Ez wan silav dikim û dibêjin bila dil şad bin. Îşala em ê aştiyê bînin. Hêviya me heye.”    'ZANAYEKÎ RÛSPÎ BÛ’   Rêveberê ANYAKAY-DER’ê Necîp Bîngol jî diyar kir ku cihê Kaytan û Altûn ê di dîroka PKK’ê de girîng e û ev tişt anî ziman: “Alî Haydar Kaytan zanyarekî siyasetê bû, civaknas, wêjevan bû. Mirov nikare tenê bi nasnameya şoreşgertiyê pênase bike. Dema jiyana xwe li çiyê derbas dikir, hesta gel û xakê bi helbestê dahûrand. A rast gotin têr nakin. Mîna profesoran bû, zanayeke rûspî bû.”    ‘EM MINETDARÊN WAN IN’   Bîngol, got ku divê her kes xwedî li bîranîna Kaytan û Altûn derkeve û wiha pê de çû: “Weke Kurdek dema ez bi rabûrdiya xwe re hevrû dibim, wê demê bi navê Kurd tiştek nemabû. Em şahidên wê demê ne. Ez xwendekarê dibistana amadehî bûm. Sala 1981’ê bû. Ji ber ku bi Kurdî axivîm, mamosteyê min ê wêjeyê heqaret li min kir. Di min de jî hişmendiyeke neteweyî tune bû. Min tenê jê re got em Kurd in. Gelek bi zora mamoste çû. Ji min re got; ‘We ji qert qurtê navek ji xwe re çêkirine û hûn bi Farisiyeke xerab diaxivin.’ Dema mirov tenê li vê mînakê jî dinêre, dibîne ka Alî Haydar Kaytan û Riza Altûnan çiqas nirx li civaka me zêde kirine. Wan ev dinya ji bo me afirandin. Kurd niha li Rojhilata Navîn xwedî cihekî girîng in. Di siyaseta cîhanê de hene. Her kes vê dibîne. Em minetdarên wan in. Wan mîrateyeke mezin a manewî ji me re hiştin. Mîrateya wan jî jiyaneke birûmet û azad e. Bi taybet jî divê Kurd xwedî li nirxên xwe yên neteweyî derkevin. Dema em xwedî li nirxên xwe yên neteweyî derketin, wê demê em ê li bîranîna wan jî xwedî derkevin.”    'EM NIKARIN BIBÊJIN EV MIROV MIRINE’   Fazîle Erturk ku tev li bîranînê bûbû jî ev tişt anî ziman: “Wan çirûska ewil a rizgariya gelekî vêxistin. Hevrêyên ewil ên Rêbertiyê bûn. Bûn dermanê derdê gelekî. Mirov nikare wan bi gotinê vebêje. Em jiyake deyndarê wan in. Ji ber canê xwe feda kirin. Mirov nikare ji kesên wiha re bibêje mirine. Ew ê di dilê bi hezaran kesan de bijîn. Wan bi rêzdarî bi bîr tînim. Xwedîderketina li fikrên wan, şopa li ser rêya wan deynê stûyê me ye. Li rexekî pêvajo hêviyê dide li rexa din jî agahiyên wiha nebaş hene. Divê di pêvajoya nû de her kes Rêbertiyê rast fêm bike û rast tev li pêvajoyê bibe. Weke Rêbertiyê gotiye, ‘ev ne dawî, destpêkeke nû ye.’ Hêviya min heye. Ez ne ji aliyê din, ji gel bawerim ku dê xwe birêxistin bike û aştiyê bîne.”    'ÇÎROKA WAN GELEK BANDOR LI MIN KIR’    Heseroka DEM Partiyê ya Gazîosmanpaşayê Rûkiye Ekenler jî diyar kir ku wê di salên 90’î de dema diçû zangîngehê li çîrokên Altûn û Kaytan guhdarî kiriye û got: “Dema min çîrokên wan bihîstî gelek bandor li min kiribû. Ew, şervanên azadî û heqîqetê bûn. Hem hebûna wan hem jî şehadeta wan şopên cidî li pey xwe hişt. Di şexsê wan de em bejna xwe li ber hemû şehîdên şoreş, aştî, azadî û demokrasiyê bi bîr tînin. Em ê tu yek ji wan ji bîr nekin û dê her di têkoşîna me de bijîn. Ji bo cîbicîkirina xeyalên wan em ê bênavber bixebitin. Li gorî çîrokên wan me jî hewl da di vê têkoşînê de cih bigirin. Hêvîdarim em di demekî herî kin de xeyalên wan pêk bînin.”    MA / Omer Îbrahîmoglû - Melîk Çelîk