Lêpirsîn li rojnamegerên hempîşeyên xwe bi bîr anîn hate vekirin 2025-05-21 12:27:40   AMED - Der heqê 4 rojnamegerên beşdarî daxuyaniya têkildarî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê bûn, lêpirsîn hate vekirin û ji bo îfadeyê bang lê hate kirin.    Di 20’ê Kanûnê de li Amedê ji bo rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di 19’ê Kanûna 2024’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla Tirkiyeyê ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin, daxuyanî hate dayin. 4 rojnamegerên beşdarî daxuyaniyê bûn ji bo îfadeyê bang lê hate kirin.    Şaxa Ewlekariyê ya Midûriyeta Emniyetê ya Amedê ji bo îfadeyê bang li Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Selman Çîçek, nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Heval Onkol û rojnameger Dîlan Kartal û Hêvîdar Onverê kir. Der heqê rojnamegeran de bi îdiaya “Muxalefeta li dijî Qanûna Hejmar 2911’ê” lêpirsîn hate destpêkirin.    Rojnameger Çîçek û Heval Onkol di çarçoveya lêpirsînê de îfade dan û hat zanîn ku rojnameger Dîlan Kartal û Hêvîdar Onver jî dê sibe îfadeyê bidin.    Rojnamegerên îfade dayin, diyar kirin ku wan ji bo rojnamegerên hatine qetilkirin daxuyanî dane û ev jî mafê wan ê qanûnî ye.