Bexdayê hemû rêyên ber bi Herêma Kesk ve diçin girt 2025-06-13 16:04:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Hikûmeta Iraqê, hemû rêyên ber bi Herêma Kesk a li Bexdayê ve diçin ku saziyên dewletê û yên navneteweyî li wir in, girt.    Ji ber îxtîmala êrişeke li ser Konsolosxaneya DYA’yê ya li Bexdayê, Iraqê biryar da ku hemû rêyên diçin Herêma Kesk a li Bexdayê ku saziyên hikûmetê û rêxistinên navneteweyî lê ne, bigire.   Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê duh asta metirsiyê ya li Iraqê heta asta 4’an bilindkiribû û welatiyên xwe hişyar kiribû ku ji ber gefên terorê, revandin û tundiya çekdarî ên komên dijî-Amerîkayê, serdana Iraqê nekin. Her wiha balafirên leşkerî yên Amerîkî, li Baregeha Leşkerî ya Vîctoriya ya nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê vedan da ku diplomat û karmendên balyozxaneyê tehliye bikin.