Serokên baroyan çûn serdana koma AKP’ê 2025-06-18 16:30:42   ENQERE - Serokên 16 baroyên bakurê Kurdistanê li Meclisê çûn serdana koma AKP’ê.    Serokên 16 baroyên bakurê Kurdistanê têkildarî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li Meclisê bi partiyên siyasî re hevdîtinan dikin. Serdanên serokên baroyan di roja 2’yan de didomin. Serokên baroyan di çarçoveya hevdîtinan de li Meclisê çûn serdana koma AKP’ê. Serokên baroyan ji hêla Serokwekîlê Koma AKP’ê Abdullah Guler û Wekîlê Şirnexê Arslan Tatar ve hatin pêşwazî kirin. Hevdîtin, ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin. Hevdîtina ku têkildarî pêvajoyê hat lidarxistin, 40 deqeyan domiya.    Serokên baroyan dê saet di 17.00’ê de bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re hevdîtinê bikin.