MKG: Bila rojnameger Sevda Erkilinç were berdan 2025-06-20 13:47:23   STENBOL - MKG’ê ji bo rojnameger Perîhan Sevda Erkilinç daxuyanî da û xwest were berdan.    Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) têkildarî nûçegihana rojnameya Ozgur Gelecekê Perîhan Sevda Erkilinç ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin û nexweşa çolyakê ye, li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Çapemeniya azad bêdeng namîne” û wêneyên Perîhan Sevda Erkilinç hatin hilgirtin. Gelek rojnameger û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li bûn.    ROJNAMEGERÊN JIN HEDEF TÊN GIRTIN    Li ser navê MKG’ê Yadîgar Aygun daxuyanî da û got ku li Tirkiyeyê zextên ser rojnamegeran her ku diçe zêdetir dibin û rojnamegerên jin hedef tên girtin. Yadîgar Aygun, diyar kir ku îktîdar hewl dide bi zextên sîstematîk dengê jinan, sosyalîstan, kedkarên çapemeniya azad û muxalîf bi girtin û binçavkirinan qut bikin.  Di berdewamê de Yadîgar Aygunê got ku ew ji bo bibin dengê rojnameger Perîhan Sevda Erkilinç hatine cem hev.    Yadîgar Aygunê bi bîr xist ku Perîhan Sevda Erkilinç nexweşa çolyakê ye, li girtîgehê xwarinên wê yên bêgluten nayên dayin, rastî binpêkirinên mafan ên giran tê û xwest tavilê were berdan.    POLÎTÎKAYA CEZAKIRINÊ    Ji Jinên Yenî Demokratê Nurgul Ucî, endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Mehmet Acettîn û ji Kovara Onsozê Ozlem Oral jî xwestin Perîhan Sevda Erkilinç tavilê were berdan.