Ji Înîsiyatîfa Jinan bo komîsyona li Meclisê 5 pêşniyar 2025-08-05 10:17:49   ENQERE - Ji Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye Gulcan Tarkan diyar kir ku diviyabû di komîsyona li Meclisê de di navbera jin û mêran de wekhevî hebûya û pênc pêşniyar ji komîsyonê re kir.    Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, îro li Meclisê komîsyona ji wekîlan pêk tê hate avakirin. Civîna ewil jî dê îro were lidarxiistin û her kes mereq dike ka dê çi xebatan bike û çi biryaran bide.    JI 51 ENDAMAN 9 JÊ JIN IN     Bendewariya tevahiya derdorên civakê ji komîsyonê heye û newekheviya di navbera jin û mêran de rê li ber bertekan vekir. Ji 51 endamên komîsyonê 21 jê AKP’î, 10 jê CHP’î, 4 jê DEM Partiyî, 4 MHP’î û 3 jî ji Partiya Yenî Yolê ne. Ji AKP’ê 4 jin, ji CHP’ê 3, ji DEM Partiyê 2 û bi giştî 9 jin dê di komîsyonê de cih bigirin. MHP, Partiya Yenî Yolê, TÎP, EMEP û DSP’ê tu endamên jin nexistin komîsyonê. Vê rêjeyê jî rê li ber bertekên rêxistinên jinan vekir.    'HEWCEYE BI PARTIYÊN SIYASÎ RE BISÎNOR NEMÎNE’        Ji Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye Gulcan Tarkan, diyar kir ku divê komîsyon bi partiyên siyasî re bisînor nemîne û got: “Divê binpêkirinên ku bandoreke mezin li bîra civakî kirin bi aşkerayî bên axaftin û hemû muxatab daxilî pêvajoyê bên kirin. Pirsgirêka Kurd, di navenda têkoşîna demokrasî, wekhevî û azadiyê ya Tirkiyeyê de ye. Hewceye di pêvajoya çareseriyê de muxatabên civakî û siyasî li derve neyên hiştin. Ji bo çareseriyeke demokratîk jî hewceye hemû derdor bi awayekî çalak tev li bibin.”    'DIVÊ KOMÎSYON BIÇE ÎMRALIYÊ’   Gulcan Tarkanê diyar kir ku Îmrali, aktoreke girîng e ku nûnertiya daxwazên siyasî yên gelê Kurd ên dîrokî dike û ev tişt anî ziman: “Di pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015’an de jî zimanê aştiyê, diyalogê hebû û pevçûn rawestiyabûn. Lewma heke ji avakirina komîsyona li Meclisê re mebest bi rastî jî aştî be, hewceye bi Îmraliyê re diyalog hebe. Aştî, bi piranîparêz û cisaretê dibe. Heta dengê jinan, gelê Kurd û hemû bindestan neyê bihîstin mirov nikare qala çareseriyê bike.”    BERTEKA LI DIJÎ NEWEKHEVIYÊ   Bi domdarî Gulcan Tarkanê bertek nîşanî hejmara kêm a jinan a di komîsyonê de da û wiha pê de çû: “Dilê me dixwest ku komîsyon nîvî jin û nîvî jî mêr bûna. DEM Partiyê ji 4 endamên xwe 2 jê jin hilbijart û ev hevsengiye parast. Xweziya yên din jî wisa bikirana. Ev rewş, nîşaneyeke berbiçav a newekheviya zayendî ye.”    MIFTEYA VEGUHERÎNÊ: JIN    Di berdewamê de Gulcan Tarkanê daxuyand ku jin mifteya veguherîna civakê ne û ev tişt anî ziman: “Hilweşandina siyaseta mêrê serdest û nûnertiya çalak a di mekanîzmayên biryardayînê de, dê xizmetê ji aştiyê re bike. Aştî, ne tenê bêdengbûna çekan e. Her wiha veguherîna jiyana civakî ya li ser bingeha edalet, wekhevî û azadiyê ye. Kirdeya vê pêvajoyê jin in. Em jin naxwazin ev pêvajo di nava qadeke pir dîplomatîk de bê hefsîkirin. Di tevahiya dîrokê de jinan di şer de bedela herî giran dan. Lewma divê di pêvajoya aştiyê de di eniya herî pêş de bin. Lewma divê jin kirdeya aştiyê bin.”    'HEWCEYE AŞTÎ LI HER DERÊ BÊ VEGOTIN’   Gulcan Tarkan, da zanîn ku tevî travmayên hatine jiyîn jî ji bo aştiyê xwedî îrade û motîvasyoneke xurt in û got: “Ji bo serkeftina pêvajoyê divê jin bêhtir tev li bibin. Hevalên me yên pêşketî yên di komîsyonê de cih digirin dê li ser navê me jî biaxivin. Lê karê me yê esasî ew e ku em li derve aştiyê vebêjin. Heta jin azad nebin aştiyeke mayinde pêkan nîne. Divê neyê jibîrkirin ku dirûşma jin, jiyan, azadî ne tenê berxwedan e, her wiha felsefeya avakirina aştiyê ye. Divê em her kolanê veguherînin maseya aştiyê, xwedî li pêvajoyê derkevin û bi hev re bi ser bixin. Divê em derî bi derî bigerin, fikarên gel ji holê rakin û pêvajoyê vebêjin.”    JI BO KOMÎSYONÊ 5 PÊŞNIYAR   Gulcan Tarkanê ji bo komîsyonê ev pêşniyar rêz kir:    “*Divê rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên mafên mirovan û hemû derdorên civakê tev li pêvajoyê bên kirin.    * Divê binpêkirinên mafan û polîtîkayên terkexemiyê bi aşkerayî bên destgirtin û bi raya giştî re bên parvekirin.    * Divê zimanê hemû gelên vê xakê dijîn bi awayekî fermî bên naskirin û zemîna perwerdeya bi zimanê dayikê, daxwazên xweseriya çandî û hwd. bê avakirin.    * Divê qanûn û yasayên Meclisê jinûve bên nirxandin û pêşiya azadiya xweîfadekirinê û xebatên yasayî bê vekirin.    * Divê girtiyên li zindanan û binpêkirinên mafan bi lezgînî bê nirxandin.”