Gundiyên ku faza ceyrana wan hatibû daxistin çalakiya xwe didomînin 2025-08-05 12:55:59   AMED – Welatiyên gundê Barê yê Xana Axpar ku ceyrana wan daxistine fazekî, piştî çalakiya rêgirtinê li pêşiya qeymeqamtiyê çalakiya xwe domandin û daxwaza bildkirina fazên ceyranê kirin.   Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ), ev 15 roj in fazên ceyrana gundê Barê yê navçeya Xana Axpar a Amedê daxistiye. Gundiyên ku ceyrana wan ji ber hinceta avdaniya erdên çandiniyê, ji dêleva 2 fazan daxistibûn fazekî bertek nîşan dan. Duh bi şev gundiyan rêya Amed-Mêrdînê 2 saetan ji tarfîkê re girtin û îro jî li pêşiya Qeymeqamtiya Xana Axparê çalakiya protestoyê li dar xistin. Gundiyên ku dirûşma “bila qeymeqan îstîfa bike” berz kirin, xwestin fazên ceyrana wan bê bilindkirin.    Çalakiya gundiyan li pêşiya qeymeqamtiyê didome.