Li Geliyê Periyê xebatên jeotermalê: Armanc koçberkirin e 2025-08-10 10:29:12   ÇEWLIG - Şêniyên gundê Licikê yê navçeya Kanîreşê ku hîn bûn bi xebata sondajê re ji bo lêgerîna ava jeotermalê rapora ÇED’ê hatiye dayin, diyar kirin ku dê tişta tesîsa jeotermalê bi xwe re tîne zirarê bide çavkaniyên wan ên debarê û wan neçarî koçberiyê bike.   Ji bo li gundê Licikê yê navçeya Kanîreş a Çewligê lêgerîna ava jeotermalê, di 3’yê Çileya 2023’yan de serlêdan hate kirin û Walîtiya Çewligê di 30’ê Adara 2023’yan de rapora “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” da. Şêniyên gund, piştî destpêkirina xebatên sondajê hay ji rewşê bûn. Xebatên Şîrketa Madenvanî û Înşaetê ya Kurbanê ku ji bo hotêlvanî, çandiniya zebze û fêkî serlêdana lêgerîna ava jeotermalê kir, rê li ber bertekên xelkê di salên 90’î de bi darê zorê hatibû koçberkirin û di salên 2000’î de dîsa vegeriyabûn gundê xwe vekir. Şêniyên gund dibêjin ku bi projeyê re dê dewlemendiya nebatên li herêmê, xweza û Geliyê Periyê bê tunekirin. Welatî dixwazin proje bê sekinandin.    Berdevkê Demê yê Platforma Parastina Hawirdorê ya Geliyê Periyê û ji şêniyên gund Ekrem Alan, got: “Bêyî destûrê ji gundiyan bigirin ev xebat dan destpêkirin. Niha li vir bîrek ava kirine û xebatên sondajê dikin. Van, rûxset ji bo ‘Hotêlvaniya Jeotermal, Seravanî û Çandiniya Zebze û Fêkî’ vekirine lê di piştperdeyê de li ava jeotermal digerin. Mînakên encamên van li Aydin, Îzmîr, Afyon û hwd. hene. Dema rûxsetê didin, ekolojiya vir, qada jiyanê li ber çav nayê girtin. Ya din, hingivê Çewligê li cîhanê pir kêm tê dîtin. Û ev hingiv li Geliyê Periyê ye. Anku ji hêla gihayên endemîk ve li Tirkiyeyê yek ji geliyên bêmînak e. Yek ji herêmên herî zêde lê giha heye jî herêma Haydarê ye.”    'WELATÊ ME DI BIN DAGIRKERIYÊ DE YE’   Alan, got ku hele li geliyekî wiha di 2-3 hezar metreyan de aveke bi ser 200 santîgrat derecê de were derxistin, ev dê bi xwe re metalên giran, kîmyewî û gazan derxîne û ev tişt anî ziman: “Ev gaz dê li xwezayê bimînin. Anku şîrket ava derdikeve reaksiyon nakin. Heke lêçûna derxistina avê lîreyek be, lêçûna xebata reaksiyonê 10 lîre ye. Lewma nakin. Avên me herî zêde 20 metreyan di bin erdê de ne. Ew gazên ew derdixînin tevî ava me ya vexwarinê dibin û hem me hem jî çîçek, zebze û fêkiyan jehrî dikin. Ev jî di serî de penceşêr, gelek nexweşiyan bi xwe re tînin. Anku welatê me niha di bin dagirkeriyê de ye.”    'EM Ê NEHÊLIN WELATÊ ME TUNE BIKIN’    Alan, da zanîn ku hilberandina termalê dikare bi rêya ba û çandina çîçekên lavantayê jî were kirin û got: “Li devera gihayên endemîk ên herî xweşik lê şîn dibin em hilberîna hingiv bikin, ajalvanî û çandiniyê bikin. Me tiştekî raset e xakeke eqwas berhemdar mirov bide dagirkeriya şîrketekê? Li 10 metreyan dûrî cihê xebatan avahiyek heye. Dema sibe dusibe li vir termalek hate avakirin, dê gund weke qada rezervê bê ragihandin û bi darê zorê îstîmlaq bikin. Divê her 50-60 salan gundên me neyên valakirin û ev nebe qedera me.”   Alan, diyar kir ku ew ê têkoşîna hiqûqî bidin destpêkirin û wiha pê de çû: “Biqasî 100 km’ên Geliyê Periyê derdora 37 gund hene. Em li tevahiya van gundan geriyan û me îmze kom kirin. Hemû kesan jî îmze dan. Ji bo avakirina santralekê 12 donimên erd lazim in. Li gorî gotinan, li vî gundî dê 5 heb bên çêkirin. Anku 60 donimên erd dê bigirin. Ma heta gund ranekin dê çawa ava bikin? Anku dê gundê me rakin. Em vê naxwazin. Gundê me nêzî 3-5 hezar sal in avakirî ye û li ser Rêya Armûşê ye. Bila warê me tune nekin û em ê destûrê nedin.”    'XEBAT LI CEM MALÊN WAN TÊ KIRIN’    Eylem Kehraman jî diyar kir ku ew li gundê xwe jeotermalê naxwazin û ev termal dê zirareke mezin bide xweza û jiyana wan. Eylem Kahramanê got ku xebatên heyî rê li ber qirêjiya deng vedikin, toza wê wan aciz dike û got: “Me tenê ev gund heye û nikarin bi cihekî ve biçin. Çima zirarê didin xwezaya me? Xebat tam li kêleka me tên kirin. Li cem wan mal jî hene. Em dixwazin ev xebat were sekinandin û em li gundê xwe jeotermalê naxwzin.”    'XEBAT 100 METREYAN DÛRÎ MALA ME YE’    Sezgîn Kahraman jî ew ji ber xebatan gelek xemgîn e û got: “Rêya pezê me girtine. Di navbera cihê xebatan û mala me de 100 metre ka hene yan na. Em gundî vê xebatê naxwazin. Heke termal li vir bê çêkirin dê ajalvaniya li herêmê biqede. Gelek ajalên cuda û gelek giha û fêkî li vê herêmê dijîn. Dê tevek tune bibin. Li cihê xebatan ne tevdîrek heye, ne tabelayek heye. Bîreke bi qasî 3-4 metreyan kolane lê tu tevdîr negirtine. Heke zarok bikevin wê bîrê dê kî hesabê vê bide? Em ji her kesî alîkariyê dixwazin û bila ev xebat bê sekinandin.”    'HETA JI GUNDÊ ME DIÇIN EM Ê LI BER XWE BIDIN’    Turkan Abayli ku li gund ajalvaniyê dike jî got: “Ev xebat dê zirarê bidin me. Bila xwe têkilî xwezaya me nekin û dixwazin bi aramî bijî. Em naxwazin kesek ji derve were û xwezaya me talan bike. Bila vê xebatê bidin sekinandin, ji gundê me derkevin û me aciz nekin. Heta ji gundê me derdikevin em ê têbikoşin.”    MA / Heval Onkol