Binpêkirinên li girtîgehê vegot: Wekî dojehê bû 2025-08-13 10:09:16 ERZÎNGAN - Mehmet Beşalti ku di 29'ê Tîrmehê de ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Erzinganê hat berdan, got ku di dema hewadariyê de gava werzîşê dikirin midûrê girtîgehê ji wan re digot "Hûn ê zêde bêhnê bistînin" û bi vî awayî dibû asteng.    Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ket qonaxeke nû, bi avakirina Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê li meclisê hat avakirin, ji bo raya giştî bû cihê hêviyên mezin. Lêbelê, zextên ku ji destpêka pêvajoyê ve li girtîgehan tên kirin, fikarên ku li girtîgehan polîtîkayeke li dijî pêvajoyê tê meşandin didin der. Li gelek girtîgehan berdana girtiyan tê taloqkirin û gefxwarin didomin. Mehmet Beşalti ku di 29'ê Tîrmehê de ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê hat berdan, anî ziman ku pirsgirêkên ku li girtîgehê bi pêvajoyê re zêdetir bûne.   Beşalti, diyar kir ku ew rojê 23 saetan di hucreyên yekkesî de dihatin ragirtin û tenê saetekê derdiketin hewadariyê. Beşalti, anî ziman ku tevî daxuyaniyên endamên AKP'ê yên ku "Li girtîgehan têlên fens tune ne" jî, li ser pacên korîdoran têlên fensê hene û got ku ji ber vê wan nikaribûye ji pacan re serê xwe derxin derve. Beşalti, destnîşan kir ku wan heftê carekê tenê saetekê werzîş dikir, hewl didan di dema hewadariyê de jî werzîşê bikin. Beşalti, got: "Nedihiştin em gogê bibin hewadariyê. Ji ber vê me gorên xwe derdixistin û dikirin gog. Midûr got, 'hûn bi van goran çi dikin?' Me jî got, 'Em pê gogê dilîzin.' Wî got,'Hûn bi vî awayî werzîşê dikin. Hûn zêde nefesê distînin.' Got ku ev yek di rêziknameya girtîgehê de tune ye."    'WEKÎ DOJEHÊ BÛ'    Beşalti, diyar kir ku girtîgeha behsa xeberê di nav girtiyan de wekî "Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Dojehê ya Erzinganê" tê binavkirin û got ku mafê girtiyan ê atolyeyan ji 10 saetan daxistine 4 saetan. Beşalti, anî ziman ku ev pêkanîn bi vê yekê sînordar nebûne û wiha pê de çû: "Ji ber ku me doza biratiya gelan û aştiyê dikir, hewl didan em serî bitewînin. Tim 'poşmanîtiyê' ferz dikin. Li têketina girtîgehê lêgerîna tazî ferz dikirin. Pirtûkên didan jî bêkêr bûn. Em di pêvajoya çareseriyê de ne. Tim dibêjin 'gelê Kurd, gelê Tirk wekhev in.' Ev pêvajo dest pê kir, me got belkî em mafên xwe yên mirovî bi dest bixin. Lê qethiyen nehatin dayîn. Berevajî vê, hemû nirxên me binpê kirin. Hevalên me diçin Lijneya Îdare û Çavdêriyê. Ji wan re dibêjin 'We zêde av xerc kiriye.' Jixwe tu rojê 250 lître av didî. 150 lître ya sar û 100 lître jî ya germ. Jixwe gava em lîmîta xwe derbas bikin av bi xwe tê birîn. Çawa çêdibe ku em avê zêde xerc dikin? Bi hinceta 'Tu avê zêde xerc dikî' înfaza hevalan dişewitînin. Li vê girtîgehê tiştên li derî aqilan çêdibin."    DAXWAZÊN GIRTIYAN    Beşalti, daxuyand ku wan der barê binpêkirinên li girtîgehê de daxwazname ji Wezareta Dadê, Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê, Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan û rêxistinên civaka sivîl re nivîsandine lê tu bersiv nehatiye dayîn. Beşalti, got: "Em li pişta berpirsiyariya dîrokî ya ku birêz Abdullah Ocalan ne û piştgiriyê didinê û em ê bêwestan ji bo çareseriyê têbikoşin. Em parêzvanên biratî û yekitiya mafan in. Em wekî nîşaneke niyeta baş daxwaza betalkirina Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê dikin. Em dixwazin mafên mirovan di girtîgehan de werin parastin. Em dixwazin mafên me yên sînordarkirî werin vegerandin. Em naxwazin ku înfaza hevalên me bi cezayên disiplînê yên bêwate bê şewitandin. Em dixwazin ku pêdiviyên winda yên tên kantînê werin temamkirin. Em dixwazin hemû binpêkirin werin çareserkirin."   MA / Rûkiye Payîz Adiguzel