Ocalan 27 sal berê gotibû pêdivî pê heye: Îdeolojiya Rizgariya Jinê çima girîng e? 2025-08-15 09:07:48 ENQERE - Îdeolojiya Rizgariya Jinê ku Abdullah Ocalan 27 sal berê di 8'ê Adarê de ragihandibû, bi veguherîna ku çêkiriye bandorê li cîhanê dike. Bi pêvajoya nû re, Ocalan careke din bang li jinan kir ku li dora vê îdeolojiyê xwe birêxistin bikin.    Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk ku di 27'ê Sibatê de hat ragihandin, bi pêşketinên nû re dimeş. Her ku pêvajo pêşve diçe, gelek mijar der barê xwerêxistinkirin û ji nû ve avakirinê de li gorî ruhê serdema nû tên nîqaşkirin. Di çarçoveya çareserkirina pirsgirêka kurd de ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan gavên girîng tên avêtin û xebat li ser tiştên ku divê alî bikin berdewam dike.   JINÊN KU KIRDEYA PÊVAJOYÊ NE   Abdullah Ocalan ku ji destpêka pêvajoyê ve di hemû civîn û bangên ku kiriye de balê dikişîne ser pêşengî û azadiya jinan, bang li jinan dike ku bibin kirde û pêşengên pêvajoyê û bi Îdeolojiya Rizgariya Jinê xwe ji nû ve birêxistin bikin.   Ocalan ku azadiya jinan xistiye navenda paradîgmaya xwe û ji bo wê çareserî pêşxist, bi vê helwesta xwe ya ku di çarçoveya pêvajoya nû de nîşan da, careke din xwe wekî rêberekî bêhempa li cîhanê nîşan da. Bangên Ocalan di nav hemû jinên ku li azadiyê digerin de kelecaneke mezin çêkir.   Ocalan, bi vê pêvajoyê re di warê azadiya jinê de rêyeke nû ava kir û hîn jî ji bo hemû jinên cîhanê dibe îlham.    ATOLYE DEST PÊ KIRIN   Banga Ocalan a ji bo jinan ku xwe bi rêya Îdeolojiya Rizgariya Jinê ji nû ve birêxistin bikin, bêbersiv nema. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), atolyeyên li ser Îdeolojiya Rizgariya Jinê dest pê kirin. Ev atolye li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi beşdariyeke mezin a jinan berdewam dikin.   Em li ser girîngî û bandorên Îdeolojiya Rizgariya Jinê ku bi bangewaziyê re gelek caran derket pêş û bi bandora xwe bal kişand, sekinîn. Ocalan di 8'ê Adara 1998'an de li ser Med TV'yê pêwîstiya Îdeolojiya Rizgariya Jinê û rêgezên wê bi eşkereyî rave kir.   JI SAKÎNEYÊ HETA BESÊ: TÊKOŞÎN DIDOME   Îdeolojiya Rizgariya Jinê a ji hêla Ocalan ve hat pêşxistin, wekî mifteya çareserkirina hemû pirsgirêkên civakî tê destnîşankirin. Çirûska ku ev îdeolojî pêxist, helwesta bêdawî ya Sakîne Cansiz a li dijî îşkenceyê li Girtîgeha Amedê bû. Têkoşîna jina pêşeng ku ji hêla Sakîne Cansiz ve hat destpêkirin, gihîşt merasîma şewitandina çekê ya Besê Hozat ku ji hêla PKK ve li Silêmaniyê hat lidarxistin.   Bi Îdeolojiya Rizgariya Jinê, jinên kurd di her warî de, bi taybetî di warên siyasî, leşkerî û civakî de, xwe veguherandine. Têkoşîna wan ji bo jinên li çaraliyê cîhanê bûye rol-modelek.    ÇIMA ÎDEOLOJIYA RIZGARIYA JINÊ?   Daxuyaniya Ocalan a li ser Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya di 8'ê Adara 1998'an de wiha bû: "Girîng e ku partiya me, bi rojanekirina sosyalîzmê re, ne tenê li ser rizgariya li Kurdistanê, di heman demê de bi nêzîkatiyek hem bi îdîa û hem jî afirîner di aliyê jinan de, li ser têkoşînên civakî yên nû yên li çaraliyê cîhanê, nemaze li Rojhilata Navînê jî, biaxive. Berî her tiştî, divê em behsa Îdeolojiya Rizgariya Jinê bikin. Em dixwazin vê îdeolojiyê biafirînin. Ev erk bi şîrovekirina çend bûyerên asayî, çend çalakiyan, an jî tenê şîrovekirina wê nayê kirin. Bêyî pêşkeftinek pir dijwar a Îdeolojiya Rizgariya Jinê, her tişt tenê dikare xwexapandin be. Û ez bawer dikim ku em hewceyê Îdeolojiyeke Rizgariya Jinê ya pir cidî ne."   NE NÊZÎKATIYEKE FEMINÎST E   Ev ne îdeolojiyek tenê di wateya rizgariya zayendî de ye. Doktrîna sosyalîst û heta analîzeke zanistî ya civakê, dê me bigihîne astekê ku îdeolojiyeke rizgariyê ya bi navenda xwe jin, dê pir girîng be. Ev yek, ji wan mijaran e ku ez bi xwe li ser disekinim. Bê guman ev ne nêzîkatiyeke femînîst e. Jixwe ez bi xwe ne jin im. Lê ez girîng dibînim ku îdeolojiyek û rêxistinek li ser bingeha perspektîfeke bi navenda xwe jin, were pêşxistin.   Ji çareserkirina pirsgirêkên şer bigire heta pêkanîna aştiyek li ser bingeha azadiyê, pêşveçûnek wisa ya îdeolojîk pêwîst e. Hemû îdeolojiyên heta niha îdeolojiyên ku ji hêla mêran ve hatine damxandin û serdestiya mêran ve hatine çêkirin, îdeolojiyên mêr-serdest bûn. Bê guman aliyekî çînî heye û aliyekî emperyalîst, kolonyalîst jî heye. Lê aliyekî bi awayekî berbiçav jî yê ku ji hêla mêran ve tê serdestkirin heye. Kes nikare vê yekê înkar bike. Her çend nêzîkatiya mêrê-serdest a ku li ser civakê serdest bûye bi sedsalan e vê yekê veşartibe jî, ne mimkûn e ku kesek ku rêzgirtineke kûr ji zanistê re hebe, eleqeyeke xurt ji bo rizgariya jinan hebe û bi vî rengî, bi wateyeke nêzîk ve girêdayî, rizgariya gel û ya gelekî, vê yekê nebîne. Ji ber vê yekê, ew hewcedariya afirandina îdeolojiyek bi navenda xwe jin, girîng dibînin.   Ev yek, heta radeyekê kêm-zêde, di serkirdayetiyên din ên komunîst û sosyalîst de hatiye çareserkirin. Lê ew pir bi sînor bûye û nekariye ji nêzîkatiyên serdestiya mêran derbas bibe. Û di jiyana xwe de, ew bi bingehîn nekariye ji têgihîştina serdestiya di nav malbatê de pir wêdetir biçin. Ev jî dikare wekî kêmasiyeke sosyalîzmê were hesibandin. Tişta ku em dixwazin li vir çareser bikin tiştekî din e.   ÎDEOLOJIYEKE LI SER ESASÊ JINÊ YE   Bi rastî, ev ne îdeolojiyeke bi zorê ye. Di qonaxên destpêkê yên rêxistina civakî ya dîrokê de, îdeolojî bi giranî li ser jinan bû. Mînak, xwedawenda mezin Îştar hebû. Di zimanê me de, Star-Stêrk heye û ew xwedawenda yekem bû. Xwedayê yekem, bi rastî, xwedawendek bû. Xwedayên mêr paşê derketin holê, an jî xwedayên paşê xwe di şiklê xwedayên mêr de nîşan dan. Bê guman, ev yek bi berhemdariya jinan ve jî girêdayî ye. Bi kurtasî, îdeolojiya jinan bi giranî îdeolojiyeke civakî ye, ne îdeolojiyeke zayendî ye.   CIVAK WINDA DIKE   Eger em ji vê perspektîfê - ji perspektîfeke rêgezî û îdeolojîk ve nêzîkî van pirsgirêkan bibin, ez bawer dikim ku dê pêwîst be ku em hemû nêzîkatiyên berê, hemû îdeolojiyan û ji ber vê yekê rêxistinên li ser wan hatine avakirin -rêxistinên aborî, çandî, siyasî û leşkerî ji nû ve binirxînin. Çima? Ji ber ku serdestiya mêran esas digirin û şer, newekhevî û zilmê dihewînın. Ev yek bi xwe re kêmbûna zayendê tîne. Bê guman, kêmbûna zayendê tê wateya kêmbûna jiyanê. Piştî kêmbûna jiyanê û ev bi taybetî di aliyê jinan de berbiçav e, dîlgirtina zayendê tevahiya civakê ber bi dîlgirtinê ve dibe. Û bi gelemperî, civak winda dike û rêya şerên bêserûber ji destpêkê heta dawiyê tê vekirin. Bi rastî, xwezaya dijwar a şerê heyî li Tirkiyeyê xwedî esleke çînî ye, girêdanek bi emperyalîzmê re ye, lê girêdana wê bi hişmendiya mêr a serdest û şovenîst re jî pir berbiçav e.   PÊDIVÎ BI ÎDEOLOJOYA RIZGARIYA JINÊ HEYE   Ji ber vê yekê, ez dibêjim, nêzîkatiyek ku dibêje, "Ne dema wê ye, ew dikare paşê bibe" bi tevahî xelet e. Ger em bixwazin beşdarî her tevgerek şoreşgerî, an jî her çalakiyek civakî ya cidî bibin, em bi bêhêvî hewceyê tevgereke îdeolojîk in ku her ku diçe aliyê jinane dide pêş."   5 RÊGEZÊN BINGEHÎN   Ocalan rêgezên Îdeolojiya Rizgariya Jinê wekî welatparêzî, ramana azad, îradeya azad, rêxistin, hişmendiya têkoşînê û estetîkê pênase dike û wiha dibêje:    "Eger hûn jiyana xwe li ser van pênc rêgezan ava bikin bi ya min, we çeka herî mezin a rizgariyê bi kar aniye. Bi van çekan û ez îro tekez dikim ku ev çeka herî bi heybet e, saziyek ku ji hêla mêran ve tê serdestkirin tune ye ku hûn nekarin wê bînin rê. Her wiha zilamek tune ye ku hûn nekarin wê bînin ser rê û bi ya min, ev tişta herî hêja di jiyanê de ye. Ger em jê re bibêjin girêdana bi dema niha re, ger em jê re bibêjin rêzgirtina ji bo dema niha, wê hingê rêxistineke jinan a li ser van rêgezan û têkoşîna wê bê guman dê bersiva herî mezin ji bo mirovahiyê, ji bo dijayateiya şerê qirêj û ji bo jiyaneke azad be."   MA / Semra Tûran