Jinan bertek nîşanî Diyanetê dan: Bêyî tawîzê bidin dê têkoşîna me bidome 2025-08-15 15:08:48 ENQERE - Meclisa Jinan a DEM Partiyê û EŞÎK’ê bertek nîşanî xutbeyên Diyanetê ku jinan û destkeftiyên wan armanc digirtin dan û bal kişandin ser têkoşîna li dijî dijminatiya li dijî jinan.   Jinan, bertek nîşanî xutbeyên Serokatiya Karên Diyanetê li mizgeftan daye xwendin û destkeftiyên jinan hedef digirin, dan.    MECLISA JINAN A DEM PARTIYÊ     Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal a X’ê daxuyanî da û bal kişand ser xutbeya Diyanetê ya vê hefteyê ya bi sernavê “Heqê evdan libasekê ji agir e” û bertek nîşan da.    Di daxuyaniya bi sernavê “Em Diyaneta ku di xutbeyên Înê de jinan hedef digire hişyar dikin” de wiha hate gotin: “Em ê destûrê nedin we ku hûn li ser xutbeyên li mizgeftan tên xwendin destkeftiyên jinan xesp bikin û vê siyasetê rewa bikin. Bi xutbeya Diyanetê ku dibêje ‘Pêrazînebûna zarokên keç a mafên Xwedê dane, xwarina heqê evda ye.’ Bi vê xutbeyê re Diyanet ji hedê xwe derketiye û li dijî jinan sûc kiriye. Kesên bi destê Wezareta Dadê hiqûqa mîrasê li ber nîqaşê vedikin, yên bi hevkariya Dinayetê çavberdane mafê me yê wekheviya di mîrasê de bila baş bizanin ku em ê zîhniyeta mêrê serdest mehkûm bikin.”    PLATFORMA JINAN A JI BO WEKHEVIYÊ     Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK) jî têkildarî heman mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. EŞÎK’ê destnîşan kir ku di xutbeya Dinayetê de cil û bergên jinan û jiyana wan hedef hatiye girtin û ev nayê qebûlkirin. EŞÎK’ê li dijî hewldanên Diyanetê banga têkoşîna hevpar kir û got ku bêyî tawîzê bidin dê têkoşîna xwe bidomînin.