Bertek nîşanî nevekirina tunelên li ser rêya Colemêrgê dan

  • rojane
  • 09:00 10 Çile 2025
  • |
img

COLEMÊRG - Li Colemêrgê 6 sal berê dest bi çêkirina du tunelan hat kirin, lê hê jî nehatine vekirin. Rêxistinên sivîl ên bajêr bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: "Rêya mirinê ne çarenûsa gelê me ye." 

Yekane rêya navbera navenda Colemêrgê û navçeyan ji ber şimitîna erd û zinaran gelek caran tê girtin. Li ser rêya di navbera navçeya Gever a Colemêrgê û Yenîkoprûyê de, 2 tunelên 8,5 kîlometre û 3 rêbendên 700 metreyî bi salan e dest bi çêkirina wan hatiye kirin, lê hê jî nehatine vekirin. Li gorî peymanê; tunelên ku çêkirina wan di sala 2019'an de dest pê kiribû, dihat plankirin ku di 15'ê Mijdara 2024'an de bên vekirin.
 
Dema berf û baran dibare li aliyê Depin, Yenîkoprû û Şapatanê zinar digindirin ser rêyan. Herî dawî li herêmê, di 31'ê Kanûnê de, zinarekî ku gindirî li wesayîta rêwiyan key û Ceyhûn Kirbaş ê 12 salî jiyana xwe ji dest da. 
 
Rêxistinên sivîl ên Colemêrgê bang kirin ku ji bo qeza û mirin çênebin, divê demildest tunel bên vekirin. 
 
‘RÊYA MIRINÊ'
 
 
Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Sîbel Çaprazê diyar kir ku rêyên heyî yek ji pirsgirêkên sereke yên Colemêrgê ne û got ku ji ber tim qeza lê çêdibin û nayê çareserkirin, di nava gel de wekî rêya mirinê tê binavkirin. Sîbel Çaprazê diyar kir ku çûnûhatin yek ji mafên herî bingehîn ên mirovan e û got: “Nedayîna vî mafî bi awayekî herî pêbawer bi serê xwe binpêkirina mafan e. Ev binpêkirin bi salan e didome."
 
 
Serokê Yekîtiya Odeya Esnaf û Sinhetkaran a Colemêrgê (HESOB) Muharrem Tekîn diyar kir ku li seranserê Tirkiyeyê rê, tunel û otoban bê pirsgirêk û di demeke kin de tên vekirin û got: “Dema mijar dibe Colemêrgê, rayedar û hikûmet xw eli ker û lalîtiyê datînin. Ji ber ku ev rê teng in, bi fetlonek in û tim hezaz çêdibe, gelek kes ji me mirine. Li gel hemû tiştên ku qewimîn jî li Colemêrgê di çûnûhatinê de tu pêşketin çênebûye. Li hemû rêyên Colemêrgê jî heman pirsgirêk hene. Em dixwazin ev rê êdî nebe 'rêya mirinê'. Em bang li rayedaran dikin ku di vî warî de çi hewce be bikin û tunelan vekin. 
 
 
Serokê Odeya Ajokar û Esnafên Otombîlan a Geverê Selamî Durna diyar kir ku tevî hemû  bangawaziyan jî rayedaran ji bo pirsgirêka rêya Colemêrgê tu tişt nekirine û got: "Hemû bang û daxwazên me bê encam man. Tunel û rêyên ku diviyabû 40 sal berê bihatana çêkirin, niha wekî xizmeteke sereke tên pêşkêşkirin. Lê tevî vê yekê jî nayê vekirin. Li ser rêya di navbera Artvîn û navçeyên wê de 115 tunel tên çêkirin. Çima bi salan li Colemêrgê du tunel nehatine qedandin? Ev helwest ji bo gelê herêmê û esnafan cihê aciziyê ye. Ji jiyana gelê me bi qîmettir tiştek nîne. Em bang dikin ku demildest ev tunel bên vekirin."
 
MA / Mazlum Engîndenîz

Sernavên din

14/01/2025
15:16 Li Sûrê loqenteya gel hate vekirin
15:00 HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin
14:29 Ji bo Kasim Taşdogan cezayê strana kurdî
14:21 Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin
13:51 Bayindir: Hûn an dê çareseriya demokratîk esas bigirin an jî mûxatabiya we namîne
13:22 Li Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate vekirin
12:55 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 7’an de didome
12:43 Bakirhan ji Erdogan re got: Hizûra Amedê çareseriya demokratîk e
12:29 Wezîrên HTŞ'ê dê sibê bên Tirkiyeyê
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Tu agahî ji kolberên hatin binçavkirin nayên girtin
10:23 WANA’yê ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
09:24 Paula Martîn Ponz: Fikrên Ocalan dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê
09:15 Kocabiyik: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ziman û mejî biguhere
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:54 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 24’an
08:42 Hevşaredarê Peyasê Dundar ji girtîgehê derket
13/01/2025
21:17 Polîsan êrişî protestokirina qeyûm kir: Girseyê dorpêçê şikand
21:12 Mazlûm Ebdî nûnerê Mesûd Barzanî qebûl kir
20:11 Li Amedê sersal hat pîrozkirin
19:55 Sirri Sureyya Onder: Dema dewlet zelal bibe wê pêvajo dest pê bike
19:33 Li gelek bajaran protestokirina qeyûman: Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin
18:31 Der barê Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar de biryara berdanê
15:29 QSD'ê: Di nava 24 saetên dawî de 23 çete hatin kuştin
15:02 Li Akdenîzê gel guh neda bendan
14:25 Leyla Guven: Em amade ne tevkariyê li pêvajoyê bikin
14:12 DEM Parti: Qeyûm înkarkirina vîna gel e
11:57 Karê ewil ê qeyûm: Wêneyê Erdogan daleqand
11:50 Şaredariya Beşîktaşê hat dorpêçkirin
10:58 Li gundên Geverê operasyona leşkerî
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:46 Xwebûn bi manşeta ‘Êriş û aştî bi hevre nabin’ derket
08:13 Qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hat kirin
06:47 Hevşaredarên Akdenîzê hatin girtin: Em biryarê nas nakin
12/01/2025
16:57 Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê rêveberiya xwe diyar kir
16:08 Şahidên 14’ê Tîrmehê: Li dijî qeyûm em bi ruhê zindanê li ber xwe bidin
15:54 Li Îzmîrê pîrozbahiya Serê Salê
15:53 Protestoya li pêşiya edliyeyê didome: Îdiayên vala ne
15:12 HSD: 23 çete hatin kuştin, 36 jî birîndar bûn
15:11 Li Pîranê şitil hatin danîn
14:31 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
14:30 Yuksekdag: Çi bikeve ser milê me em amade ne bi cih bînin
14:29 DBP dê serdema nû bi heman hevserokên giştî bidomîne
14:05 Dayikên Aştiyê li pêşiya edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin
12:42 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê çû serdana Fîgen Yuksekdag
12:32 Eren ê 30 sal girtî ma, hat berdan
12:30 Bi hezaran kes li pêşiya edliyeyê ne: Kelûmelên qirtasiyeyê sûc hesibandine
12:23 Bakirhan: Pirsgirêka ewlehiyê ya esasî, feraseta Kurdan tune dihesibîne ye
11:58 Bayindir: Roj roja berxwedan û xwebirêxistinkirinê ye
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
11:38 Wekîl û malbat negirtin avahiya edliyeyê
11:12 Kurê girtiyê nexweş Elçîçek: Em ji ber xetereya ser jiyana wî ditirsin
11:11 Endamên DEM Partiyê: Ji bo çareseriyê divê gavên samîmî bên avêtin
10:58 Li Amedê ‘Pirtûkxaneya Berhemên Jinan’ tê vekirin
10:44 Li dijî tecrîdê bedena xwe dabû ber agir: Em li Serokê xwe xwedî derkevin
10:40 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 16’an
10:39 Hevşaredarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:33 Dayikên li dijî hewldana qeyûm li ber xwe didin: Ji vê polîtîkayê çareserî nabe
10:27 7’emîn Kongreya Asayî ya DBP’ê dest pê kir
10:13 'Îftirayên' Akbiyik bi beraatê encam dibin
09:55 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:54 Estukyan: Bi gotinên 'terorîstanê' ve diyalog dewam nake
09:52 Saîpnazarova ya Qazaxistanî: Zimanê Kurdî pir dewlemend e
09:36 Pîrozbahiyên Serê Salê dest pê dikin
09:16 Daştan bi belgefîlma ‘73’yê rastiya Şengalê vegot: Dê xeyalên wî nîvco nemînin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÇILEYA 2025’AN
11/01/2025
16:43 Li sê bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî
16:12 Dosyeya Pexşan Ezîzî ji daîreya înfazê ya ceza re hat şandin
16:08 Rojnamegerên hatin qetilkirin li Qamişloyê hatin definkirin
15:44 Ji Nêrgiz Mihemedî ji bo Pexşan Ezîzî bang
15:39 Ji QSDˈê têkildarî îdiaya 'wesayîta bombebarkirî' daxuyanî
15:32 Li Amedê daxuyaniya ji bo qeyûm
15:27 Cizîrî li dijî qeyûman meşiyan
14:49 Qereqozaq hat topbarankirin: 2 zarok birîndar bûn
14:32 Li ber Şaredariya Akdenîzê hevdîtina gel
14:20 Dayikên Şemiyê ji bo 'Komkujiya Basanê' edalet xwestin
13:46 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiyê destên xwe bidin destên Abdullah Ocalan
13:43 Derdora Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
13:29 Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê ji bo Pexşan Ezîzî çalakî
12:58 Banga li dijî cezayên darvekirinê: Nebin hevkarê sûcan
11:29 Berxwedana li ber Şaredariya Akdenîzê di roja 2'yan de ye
11:23 Sewqiyata leşkerî ya ber bi Amêdiye ve berdewam dike
10:30 Ji bo protestokirina Komkujiya Parîsê bi hezaran kes bi rê ketin
10:14 Di 10 rojan de 147 kes hatine binçavkirin
09:51 Ji ber Şaredariya Akdenîzê bang kirin: Dest ji vê bêhiqûqîtiyê berdin
09:48 SYKP: Çi dikeve ser milê me em ê pêk bînin
09:33 Hevseroka Giştî ya KESK'ê Koçak: Divê her kes rola xwe bilîze
09:12 Hat îdiakirin ku jina bejna wê 1.76 metre xwe bi destê derî ve daliqandiye: Gumanbar çawîşê pispor e
09:04 Hîle û xurdeyên 'endamtiyê' yên Partiya Sedsala Nû derketin holê
09:01 Hevserokê Giştî yê DAD'ê Kete: Çareserî bi Abdullah Ocalan pêkan e
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2025'AN
10/01/2025
19:06 Ji KCK'ê daxuyaniya 'pêvajoyê'
18:59 Ji bo Rojîn Kabaîşê meş
16:19 Temenê wî mezin kiribû ceza lê hatibû birîn: Piştî 30 salan hate berdan
16:09 Rapora girtîgehên Herêma Egeyê ya OHD’ê: Di 2024’an de binpêkirin zêde bûn
15:34 Li pêşiya Şaredariya Akdenîzê civîna meclisê hat lidarxistin
15:26 Bakirhan banga ‘hinek cidî bin ev rê ne tu rê ye’ li îktîdarê kir
15:13 Doza Hrant Dînk taloqî 7’ê Sibatê hate kirin
14:58 Gel ber bi Bendava Tişrînê ve diherike
14:32 Berxwedana li pêşiya şaredariya dorpêçkirî didome
13:53 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin