STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya hezar û 49 an de li Qada Galatasarayê ji bo kiryarên Husemettin Yaman û Soner Gul bên dîtin û cezakirin, daxuyanî dan û xwestin ku kujer bên darizandin.
Dayikên Şemiyê ji bo xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin, her hefte li qada Galatasarayê daxuyanî didin û bang dikin. Dayikên Şemiyê di hefteya 1049an de careke din li qada Galatasarayê ya navçeya Beyoglû ya Stenbolê kom bûn. Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqubeta Husemettin Yaman û Soner Gul ê 33 sal berê hatibûn windakirin pirsin û xwestin kujer bên cezakirin. Dayikên Şemiyê bi wêne û qurnefîlan tevlî daxuyaniyê bûn.
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskînê daxuyanî xwend.
Eren Keskînê bertek nîşanî qedexekirina qadê da û got: “Qedexekirina qada Galatasaray û 1ê Gulanê ya Taksîmê binpêkirina mafê azadiya çalakiyan e. Em ji bo bîranîna xwendekarên zanîngehê Husamettin Yaman û Soner Gul ên 33 sal berê li Stenbolê hatin binçavkirin û windakirin, kom bûne. Husamettin Yaman (22) xwendekarê Dibistana Pîşeyî ya Zanistên Teknîkî ya Zanîngeha Stenbolê bû. Bi tometa hilgirtina pankartekê hate girtin û piştî nêzîkî 15 rojan di girtîgehê de ma. Di 6'ê Îlona 1990'î de serbest hate berdan. Mehmet Soner Gul ê 21 salî xwendekarê Fakulteya Tipê ya Cerrahpaşa bû. Endamê Komeleya Xwendekaran bû. Ji ber vê sedemê hate binçavkirin, îşkenceyên giran lê hate kirin û gef li wî hate xwarin. Li gorî îdiaya Wezareta Karên Hundir, ji ber ku navê wî di lêpirsîna kesekî ku di 10'ê Adara 1991'ê de li Meletiyê hate girtin de hatiye behskirin, lê dihat lêgerîn.”
Eren Keskînê bi lêv kir ku Yaman roja Şemiyê, 2'yê Gulana 1992'yan, ji mala xwe derketiye û di 4ê Gulanê de kesekî ji cihê karê birayê mezin ê Yaman, Feyyaz Yaman, telefon kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Husamettin li Findikzadeyê bi Soner Gul re hatiye binçavkirin. Em ji jiyana wan bi fikar in. Malbatên Yaman û Gul pêşî serî li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê, paşê jî serî li hemû saziyên dewletê yên pêwendîdar dan. Komeleya Mafên Mirovan û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî hewl dan. Lê rayedaran îdiayên binçavkirinê red kirin. Malbata Yaman hewldanên xwe domandin û du salan di bin çavdêriya polîsan de man. Piştî ku îtîrafên Ayhan Çarkin, polîsekî operasyonên taybet, derbarê îdam û windakirinan de hatin eşkerekirin. Çankin dibêje ‘Yaman û Gul hatine binçavkirin û dû re li herêmeke daristanê hatine pirsîn û îdamkirin. Gotinên wan ên dawî ‘Rûmeta mirovan dê li hember îşkenceyê bi ser bikeve’ bû.’ Piştî van îtîrafan, Malbata Yaman giliyek nû ya sûc tomar kir û xwest ku dosya ji nû ve were vekirin. Lê belê, tevî daxuyaniyên zelal ên Ayhan Çarkin, heta niha di dosyeyê de tu pêşveçûn çênebûye.”
Daxuyanî bi danîna qurnefîlan li qadê bi dawî bû.