NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hevd de heta niha herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Hindistanê di roja înê de bi daxuyaniyekê Pakistan sûcdar kir ku li dijî xaka wan di tevahiya şevê de bi dron û fuzeyan êriş kirine. Hindistanê, ragihand ku li seranserî sînor gelek êriş hatine kirin û wan jî “bersivên guncav” dane êrişan. Pakistanê heta iha tu bersivên fermî nedane.
Hat ragihandin ku di êrişên heta niha yên her du aliyan de herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hindistanê, ragihand ku di encama êrişa li dijî herêma Urî ya Keşmîrê de jinekê ji ber topa hewanê jiyana xwe ji dest daye. Li gorî daxuyaniya rojek berê jî Hindistanê got 16 sivîl hatine kuştin û Pakistanê jî got 32 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
LI SER SÎNORÊN TEVDÎRÊN AWARTE
Rayedarên Hindî, ragihand ku baregehên leşkerî yên li Keşmîrê ji hêla balafirên bêmirov û fuzeyên Pakistanê ve hedef hatine girtin lê belê tu windahiyên wan çênebûne. Rayedaran gotin ku wan êriş têk birine. Artêşa Hindistanê, destnîşan kir ku li seranserî sînor gelek êrişên bi droneyan hatine kirin lê wan tevek têk birine.
Piştî rageşiya li herêmê mezin bû, Hindistanê bi hinceta ewlehiyê 24 balafirgehên li bakurê rojavayê welat girt. Her wiha dibistanên li eyaletên Pencap û Racastanê yên li nêzî sînorê Keşmîr û Pakistanê jî hatin girtin.
Her du welat jî ji sala 1947’an heta niha îdia dikin ku Keşmîr xaka wan e. Geşedanên dawî li herêmê qewimîn, weke pevçûnên leşkerî yên herî cidî yên 20 salên dawî tên nirxandin.