ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku 12’ê Gulanê êdî li Tirkiyeyê tenê rûpelekê salnameyê nîne û got: “Kongreya PKK’ê li dar xistî û biryarên hatine ragihandin, ji bo çareseriya demokratîk şensek e û ji bo aştiyê firsendeke mezin afirandiye.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan li Meclisê di civîna koma partiya xwe de, geşedanên di rojevê de nirxand. Bakirhan, di serî de 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û bi Kurdî dest bi axaftina xwe kir. Bakirhan, got: “Zimanê me her tiştê me ye. Divê her gel hînî zimanê xwe bibe. Perwerdeya bi zimanê dayikê maf e.” Bakirhan, bi boneya salvegera Komkujiya Somayê, kesên di komujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got dê doza wê bişopînin.
ZEMÎNA AŞTÎ Û ÇARESERIYÊ AVA BÛ
Bakirhan, diyar kir ku ew di pêvajoyeke girîng de ne û deriyê pêvajoyeke ku bi sala ye bi hêviyeke mezin li bendê ne hatiye vekirin. Bakirhan, got: “Gelê me bi sala ye bi xeyala vê rojê dijiya. Hesreteke wan a mezin j bo aştî û çareseriyê heye. Deriyê wan rojan hate vekirin. Ji niha ve li me û gelên Tirkiyeyê bixêr be. Hêvîdarim bi aştî, hemwelatiya wekhev tacîdar bibe û em jî diyariyî 85 milyon welatiyan bikin. Dilê 86 milyon kesan ji bo aştiyê lê dide. Di geşt, serdan, civîn û mitîngên me yên piştî daxuyaniyan hatine kirin de em bûn şahid ku gel bi hesreta aştiyê dijî.
HÊVIYA MIROVAN HEYE
Bi dehan sala ye gelên me hêviya xwe parastin û tevî hemû zextan jî hêviya xwe mezin kirin. Em niha di pêvajoyeke ku bi milyonan kes li bendê de ne. Helbestvanê Kurd Pîremêrd dibêje; ‘Dibêjin sal 12 meh in lê hûn ji min bipirsin; min hinek meh dîtin ku bi bedela 14 salan bûn.’ Me Kurdan jî di van 40 salên dawî de jin rojên wisa jiyan ku bi zilm, êş û zextan her yek ji wan mîna salekê derbas bûn. Hêvîdarim em jî rojên xwe weke rojekê, bêêş, bêşer, bêpevçûn bijîn. Her roja em li benda aştî û çareseriyê mîna salekê dirêj bû. Xwedê êdî wan rojan bi nesîbê tu kesekî neke.
ROJA DESTPÊKA SIVIKKIRINA BARÊ RABÛRDIYÊ
Hevalên hêja; PKK’ê di 5-7’ê Gulanê de kongreya xwe li dar xist û di 12’ê Gulanê de jî biryarên kongreyê aşkera kir. Ev kongre û biryarên wê, ji bo çareseriya demokratîk şensek e û ji bo aştiyê firsendeke pir girîng derxistiye holê. 12’ê Gulanê êdî li Tirkiyeyê dê ne weke rûpelekê salnameyê, dê weke roja destpêka sivikkirina barê rabûrdiyê li dîrokê cih bigire. Me bi saya hevalên xwe yên têkoşiyayîn, kesên bedel dayin, yên canê xwe ji dest dane û bi saya duayên dayik û bavên xwe, xwe gihand van rojan. Ez hemû kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi minet û bi rêzdarî bi bîr tînim, bejna xwe li ber wan ditewînim. Em soz didin wan ku dê ala wan a aştî, demokrasî û azadiyê bilindtir bikin.
BIDAWÎBÛNA SERDEMEKÊ Û DESTPÊKA SERDEMEKE NÛ
Duh, li Tirkiyeyê yek ji rojên dîrokî yên Rojhilata Navîn hate jiyîn. Ev pêvajoya ku ji 27’ê Sibatê heta 12’ê Gulanê domiya, bidawîbûna serdemekê û destpêka serdemeke nû ragihand. Veguherîna bi pêşengtiya birêz Ocalan, hem ji hêla dîroka siyasî ya Kurd hem jî ji hêla dîroka Tirkiyeyê ve yek ji bûyerên herî bibandor bû. Têkoşîna ku bi bedelên mezin hate daomandin, êdî cihê xwe ji çareseriya meseleyê û avakirina civaka demokratîk re dihêle. Ev biryar; di heman demê de avakirina zemîna demokratîk a têkiliyên Kurd û Tirkan, mezinkirina fikra welatê hevpar û pêşxistina çareseriya aştiyane ye. Ev bang ne tenê ji bo Kurdan e, ji bo civaka Tirkiyeyê û raya giştî ya navneteweyî jî peyameke girîng e. Piştî van bang û biryaran, berpirsyartiya dikeve ser milê 86 milyonan ew e ku em bi awayekî xurt xwedî li maf û pêşeroja xwe derkevin, soza xwe mezin bikin û îradeyeke siyaseta demokratîk derdixîne holê raber bikin.
SERERASTKIRINÊN DI QANÛNAN DE PEYWIRA SIYASETÊ YE
Peywira siyasetê pir zelal e. Mayindekirina pêvajoya aştiyê, sererastkirinên di qanûn û hiqûqê de, berpirsyartiyeke mezin a siyasetê ye. Ya ku dikeve ser milê raya giştî ya navneteweyî jî ew e ku piştgiriyê bidin pêvajoyê.”
DAXUYANIYA OZEL
Bakirhan, daxuyaniya Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ku digot; “hewceye bi gavên siyasî û hiqûqî siyaset were xurtkirin” bi bîr xist û got ku ew qedir didin van gotinan. Bakirhan, ji bo gotina Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ku digot “Ji bo aştiyeke civakî ya mayinde divê gavên jidil û hiqûqî bên avêtin” jî anî ziman ku ew gelek qîmet didinê.
‘DIVÊ EM XWEDÎ LÊ DERKEVIN’
Bakirhan, destnîşan kir ku ew di ferqê de ne ku rêyeke zor û zehmet li pêşiya wan e lê dê bi saya îradeya siyasetê, baweriya ciwanan, hêza jinan û bi duayana aştiyê bînin welêt. Bakirhan, anî ziman ku dema mezinkirina qedera hevpar û xwişk-biratiyê ye û got: “Êdî divê tu kes ne li gel mirinê lê li gel aştiyê cih bigire. Yên ne li gel aştiyê jî em ji wijdana we re dihêlin. Mirov fêm nake bê ka çima ne li gel aştiyê ne. Şerekî çekdarî bi dawî dibe lê em dibînin ku hin kes aciz dibin. Ev ew kes in ên bi xwînê xwe xweyî dikin. Xwedê aqilî bide wan. Îşala dê di demên pêş de bikevin ferqa xeletiyên xwe.
Divê hewldana me tenê di gotinê de nemîne. Di gotinên pêşiyan ên Kurd de dibêjin ‘Gotin rehet e lê çêkirin zehmet e. Werin em bi hev re çêkin, aştiyê pêk bînin.’ Êdî her gotin hate kirin û niha dema kirinê ye. Werin em bi hev re bişêwirin û vê pêvajoyê bi aştiyê tacîdar bikin.
TALOQKIRINA AŞTIYÊ HERAM E
Bêguman em ê rabûrdiya xwe ji bîr nekin û hevrû bibin. Lê bêyî ku bi rabûrdiyê re bizeliqin em ê hewl bidin Tirkiyeyeke demokratîk, aştiyane ava bikin. Ji bo vê tenê cisaret û biryardarî lazim dike.
CIHÊ ÇARESERIYÊ MECLIS E
Navnîşana aştî û çareseriyê Meclis e. Birêz Ocalan jî bal kişand ser Meclisê. PKK’ê jî di danezana kongreya xwe de bal kişand ser Meclisê. Em jî dibêjin bila Meclis guh bide dengê aştiyê yê gel. Di serî de Meclis, divê her kes berpirsyartiya xwe bicih bîne. Êdî kesek nikare ji vê pêvajoya dîrokî bireve.
DIVÊ SIYASETA DEMOKRATÎK BIAXIVE
Heke çek bêdeng bibin, wê demê divê siyaseta demokratîk biaxive û astengiyên li pêşiya wê bên rakirin. Divê dewlet êdî ne avadaniyeke kontrol dike, ceza dike be. Divê bibe avadaniyeke edaletê pêk tîne û azadiyan cîbicî dike be.”
SPASÎ KIR
Bakirhan, bi domdarî spasiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got: “Di pêşxistina vê pêvajoya dîrokî de berpirsyartiyeke mezin li xwe girt.” Her wiha Bakirhan spasiya Devlet Bahçelî, Tayyîp Erdogan, Ozgur Ozel, Alî Babacan, Ahmet Davutoglû, serokên din ên partiyên muxalîf, pêkhateyên partiyê, endam û xebatkarên partiya xwe, gelê Kurd, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên girseyî yên demokratîk kir. Bakirhan, got ku dê aştî ji ber xwe ve neyê û got: “Aştiya Tirkiyeyê, temînata aştiya Rojhilata Navîn e.”