* Parêzera şîrketa krîpto ya ku hevjîna dadgêrekî jê krîpto kirîbû û hatibû xapandin Ayşe Acînîklî li hember biryara tedbîra li ser malê şîrketê bertek nîşan da û wiha got: “Ya ku hatiye xapandin ji ber ku hevjînê wê dadgêr e, qanûn nayê binpêkirin.”
* Tevî ku gelek lêkolînên zanistî nîşan didin ku krîza avhewayê gefê li zindiyên bi ziwatî, pêlên germê û guhertinên demsalî dixwe û hevberdevkê EGEÇEP'ê Arîf Alî Cangi diyar kir ku bêyî guhertina sîstema aboriyê ya kapîtalîst ku dibe sedema vê krîzê, krîz bi dawî nabe.
* Rojek berê Cejna Qurbanê li Wanê mezada ajalan sekan e. Ji ber qeyrana aboriyê bazirganên ajalan kar nekirine û dibêjin: “Dê aborî tenê bi aştiyê ve baş bibe.”
* Li Geverê kurê şivan Sertîp Şen ê 6 sal berê ji aliyê Çawişê Pispor M.T ve hat qetilkirin Abdullah Şen got, "Eger kiryar neyên cezakirin, piştî vê bûyerê wê bêhtir wêrek tevbigerin. Di demên pêş de wê rê li ber cînayetên hîn mezintir veke."
* Serbestberdana girtiyê bi navê Haci Haykir ku 31 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Bûrdûrê girtî ye bi hinceta negotiye 'ez bêal3i me', serbestberdana wî 8 meh dereng hat xistin. Hevsera wî Şîrîn Haykir xwest ev pêkanînîn bi dawî bibin û hevserê wê serbest bê berdan.
* Bi boneya Cejna Qurbanê dê li gelek bajaran goristan bên ziyaretkirin. (11:00-17:00)
* Kesên ku di êrîşa DAÎŞ'ê ya 7'ê Hezîrana 2015'an a li hember mîtînga HDP'ê ya Amedê de pêk hatibû, jiyana xwe ji dest dan wê li Qada Îstasyonê bên bibîranîn. (17:30) ZINDÎ