NAVENDA NÛÇEYAN – Welatiyên ku bi şewata gundan re koçî Mexmûrê kiribûn, diyar kirin piştgirî didin banga Ocalan û destnîşan kirin ku firsenda ji bo aştiyê hatiye avakirin divê ji dest neçe.
Li Şirnexê welatiyên ku di salên 1990’î de bi hinceta “ewlehiyê” gundên wan hatibûn şewitandin û koçî Kampa Mexmûra a girêdayî Musilê kiribûn, “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryarên kongreya PKK’ê nirxandin.
‘BILA AŞTÎ Û ARAMÎ ÇÊBIBE’
Ciwanê bi navê Sofî Nerwehî yê Şirnexî ku li Mexmûrê dijî, destnîşan kir ku êrişên li dûrûdirêj li ser Kurdan hate kirin encam nedaye û Nerwehî wiha axivî: “Em li dijî komkujiyan û zilmê têkoşiyan. Em li hember hemû cûreyên êrişê têkoşiyan û em têdikoşin. Lê em dixwazin din ava Kurd û Tirkan de aştî û aramî pêk bê. Gelê Kurd û gelê Tirk berdêl dan. Li Kurdistan û li Tirkiyeyê koçberêi çêbûn. Welatî ji cihê xwe bûn. Ez jî ev 30 sal e koçber im. Dema ez 5-6 salê bûm hatim vir û niha 36 salî me. Ji ber vê yekê, em dixwazin ku aştî aramî pêk bên.
Nerwehî bal kişand li ser banga Abdullah Ocalan û diyar kir ku ev bang “Ji bo Rojhilata Navîn avakirina aştiyê” ye. Nerwehî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev bang ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn, banga azadî û aştiyê ye. Ji ber vê, gaveke pîroz e. PKK’ê gaveke dîrokî avêt. Lêbelê dewletê hêj gavek neavêtiye. Divê operasyonên leşkeri bên rawestin. Ji bo aştiyê divê her kes berpirsiyarî werbigre. Ger em hemû berpirsiyariyê ji bo Rêbertiyê (Ocalan) û PKK’ê bihêlin nabe. Divê dewlet gav biavêje. Pêwîst e ku ev pirsgirêk li Meclisê bê çareserkirin.”
Nerwehî, destnîşan kir ku divê hemû partiyên li Meclisê ji bo çareseriya pirsgirêkê piştgiriyê bidin û axaftina xwe wiha domand: “Bila din ava Kurd û Tirkan de aştiya sedsalê pêk bê. Bila li Tirkiyeyê aştî pêk bê da ku nifşên nû jiyaneke azad û biratiyê bijîn."
‘BILA ÊRIŞ BÊN RAWESTANDIN Û GAV BÊN AVÊTIN’
Kadriye Mijinî, diyar kir ku di pêvajoya nû de divê her alî gav biavêje û got: “Bila êdî dayik negrîn. Bila aştî û biratî çêbe. Bila deriyên girtîgehan bên vekirin. PKK’ê kongreya xwe pêk anî û dawî li xebatên xwe anî. Divê dewlet jî êdî gav biavêje. Her tim aliyek gav biavêje dê çawa aştî çêbibe? Bila her dû alî jig av biavêjin û aştî pêk bê.”
Kadr iye Mejinî destnîşan kir ku divê gavavêtin neyê derengxistin û wiha axivî: “Divê ev pêvajo neyê dereng xistin û pêvajoya aştiyê gav bên avêtin. Bila hemû cîhan û saziyên mafên mirovan, jinên li Kurdistan û li Tirkiyeyê bi hevre piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Şer hêj bi balafirên şer û bi dronan ve berdewam e. Niha dê ev meriv, çawa bên bi van kesan re rûnên û ev pêvajo dê çawa bê rêvebirin? Dewleta Tirk ranaweste û gav jî neavêje. Divê demildest dewlet êrişên xwe bi dawî bike, gav biavêje û deriyên girtîgehan vebike.”
‘DIVÊ FIRSEND JI DEST NEÇE’
Mihemed Hilalî, têkildarê pêvajoyê de wiha got: “Rêberê ku dikare qeyrana Rojhilata Navîn çareser bike Rêber Apo ye. Ji bo aştiyê divê ne tenê Kurd dewlet jî gav biavêje. Ger ev pêvajoya dîrokî neyê nirxandin dê qeyran aloztir bibe. Di hişmendiya dewleta netew de bê israrkirin dê dawiya Tirkiyeyê jî weke ya Sûriyeyê be. Lêbelê, çareseriya demokratîk bê tercîhkirin dê hem gel qezenc bike û hem jî Tirkiye. Ji bo vê, bila her kes xwedî li vê bangê derbikeve û ji bo gavavêtina dewletê hewl bidin. Divê firsend ji dest neçe.”
MA / Zeynep Durgut