STENBOL - Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan, got: “Ne aştî ne jî demokratîkbûn ji ber xwe ve nayên. Ji bo vê pêdivî bi têkoşîna yekbûyî ya Tirk, Kurd, karker û kedkaran heye.”
Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û geşedanên piştre qewimîn ji ajansa me re nirxand. Aslan, diyar kir ku Abdullah Ocalan dawî li pêvajoya pevçûnan aniye û ji hêla amadekirina zemîna siyaesta demokratîk ve gelek girîng e.
Aslan, bi bîr xist ku di pêvajoya şer de ji her du aliyan bi dehhezaran kesan jiyana xwe ji dest dane û bi milyaran dolar hatine xerckirin. Aslan, anî ziman ku burjuvaziya Tirkiyeyê bi salan neteweperestiya şoven sor kir û neçareserî mîna çekekê li dijî çîna karker, girseyên bindest û rastî kedxwariyê tên û li dijî gelê Kurde bi kar anî. Aslan, diyar kir ku Tirkiye bi xeyala ku bibe hêza hegemonîk a Rojhilata Navîn tevdigere û got ku heke pirsgirêka Kurd li ser zemîneke demokratîk û mafên wekhev bê çareserkirin, dê rewşa heyî bi dawî bibe.
'JI BO DEWLET GAVAN BIAVÊJE DIVÊ ZEXT LÊ WERE KIRIN’
Aslan, daxuyand ku geşedanên li Rojhilata Navîn dewlet û îktîdar neçarî pêvajoyeke wiha kir û ev tişt anî ziman: “Anku ji neçariya xwe wisa kirin. Lewma jî dewlet çi bibêje jî bi daxwaza tesfiyekirina aliyê din tevdigere. Di demên berê de hinceta ‘terorê’ nîşan didan û niha jî PKK’ê çek berda û xwe fesix kir. Wê demê pirsgirêk çi ye? Pêvajoya Ocalan û tevgera azadiyê ya Kurd weke demokratîkbûna Tirkiyeyê dinirxîne, dewlet jê re dibêje ‘Tirkiyeya bêteror’. Bêguman ev rewş, tu qîmet û girîngiyê ji vê pêvajoyê kêm nake. Divê em zorê bidin dewletê ku mecbûr bimîne gavên pêwîst biavêje.”
GAVÊN DIVÊ DEWLET BIAVÊJE
Aslan, got ku divê dewlet şert û mercên Abdullah Ocalan baş bike, divê zemîna qanûnî ya pêvajoyê amade bike, bi rêya komîsyona tê avakirin re Meclis bikeve meriyetê, biryarên AYM û DMME’yê tavilê bên cîbicîkirin, efûyeke siyasî ya giştî bê derxistin û rewşa Abdullah Ocalan bi efûyeke giştî ya siyasî were çareserkirin.
'EM Ê BI BERPIRYSARÎ TEVBIGERIN’
Aslan, destnîşan kir ku dewlet û îktîdar pir hêdî tevdigerin û çavê wan li geşedanên li Sûriye û Rojava ye. Aslan, got ku dê dewlet li gorî şerê Îsraîl-Îranê pozîsyona xwe nû bike û li tevahiya herêmê tişta herî kêm li Kurdan ferz bike. Aslan, diyar kir ku EMEP ji bo pirsgirêk di çarçoveya daxwazên gelê Kurd de bê çareserkirin dê bi berpirsyarî tevbigere. Aslan, got ku divê hemû hêzên demokratîk ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd erk û berpirsyartiya xwe bicih bînin û zextê li îktîdarê bikin ku gavan biavêje. Aslan, destnîşan kir ku ji bo aştiê divê dewlet gavan biavêje. Aslan, got: “Aştî û demokratîkbûn dê ji ber xwe ve neyê. Pêdivî bi têkoşîna yekbûyî ya karker û kedkarên Tirk-Kurd heye.”
MA / Omer Îbrahîmoglû