Şîrketa Nasiroglûyê AKP'î Sîsê talan dike

AMED - Şîrketa Ferhat Nasiroglûyê AKP'î, bi kana kevirê kilsê û xebatên madenê yên ku li gundê Sîsê yê Licê ava kiriye, xwezayê wêran dike.
 
Xwezaya gundê Sisê yê navçeya Licê ya Amedê ji ber lêgerîna petrolê û xebatên kevirê kilsê tê wêrankirin. Di sala 2022'yan de biryar hat dayîn ku ji bo Tesîsa Perçekirina Kana Kevirê Kilsê-Tesîsa Kargeha Şikandin û Hêrandinê û Tesîsa Plenta Mekanîk li herêmê bi sedan metre dûrî jîngehê hatî avakirin, "Nirxandina Bandora Jîngehê (ÇED) ne hewce ye".
 
Di dosyeya ku ji aliyê Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ve ji bo rapora ÇED'ê hat amadekirin de, çendî hatibe gotin ku "Di çarçoveya projeyê de dê teqîn bê kirin, lê beriya teqînê dê tevdîr bên girtin. Di dema xebatan de ji bo toz çênebe dê avdanî bê kirin", di dema teqandina dînamîtan de gelek xanî zirar dîtine. 
 
Her wiha li heman herêmê xebatên ji bo lêgerîna petrolê jî tên kirin. Fîrmayên ku xebatên kana kalkerê û lêgerîna li petrolê dikin, ên Parlamaneterê AKP'ê yê Êlihê Ferhat Nasiroglû ne. Koma Şîrketan a Fernasê ya malbata Nasiroglû taşerontiya DSÎ'yê dikin. Xebatên ji bo lêgerîna petrolê jî, ji aliyê Şîrketa Anonîm Internatioanal Petroleum Turkish (TOPÎC) a şirîkî Hevkariya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) ku tê gotin a Nasiroglû ye, ji 23'yê Cotmeha 2023'yan ve tê kirin. 
 
 
Ji ber kana kalkerê û xebatên lêgerîna li petrolê li herêmê gelek dar hatine birîn. Dînamîtên tên teqandin jî zirarê didin xaniyên li derdorê û bandoreke nebaş li avê û çandiniyê dikin. 
 
'ROJÊ 10-15 DÎNAMÎT TÊN TEQANDIN'
 
 
Ji şêniyên herêmê Omer Beyaz ku dixwaze xebatên li herêmê tên kirin werin rawestandin, got: "Hem em û hem jî malên me ji ber xebatan zirarê dibînin. Dema ku em ji şîrketan re dibêjin, ew dibêjin, 'Dewletê destûr daye me, tiştek ji destê me nayê.' Dibêjin ew li petrolê digerin, lê tiştek tune. Av û kaniyên me ziwa bûne. Ew her roj 10-15 dînamît di bin çiyayan de datînin û diteqînin. Em tiştekî wisa li gundê xwe naxwazin. Armanca wan a rastîn ew e ku me ji vir sirgûn bikin. Wan 35 sal berê gundê me şewitand. Em dîsa hatin vir. Niha ew dixwazin em dîsa ji vir biçin. Em ê van axan nehêlin û neçin. Dewlet ne ji bo ku zirarê bide gel heye. Lê dewlet zilmê li me dike."
 
BANGA PIŞTEVANIYÊ
 
 
Ahmet Harman, yek ji şêniyên gund ku xaniyê wî zirar dîtiye, got: "Em 3 caran çûn ba şîrketê û me ji wan re got ku xebat zirarê dide xaniyê me. Lê ew karê xwe didomînin. Piraniya xaniyên gund ji ber teqînan zirar dîtine. Baxçe û darên me hişk bûn. Ew axa Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin û wêran dikin. Divê gel li dijî vê yekê bisekine, mil bi mil li dijî vê yekê rabe. Divê ew destûrê nedin vê wêrankirinê. Ez bang li hemî rêxistinên civaka sivîl, parêzer, ekolojîstan dikim; piştgiriyê bidin me, werin em bi hev re li dijî vê yekê rabin."
 
 
Hamdullah Işiktaş jî bal kişand ser zirara ku di dema xebatan de li rez û baxçeyan çêbûye û got: "Mala min a ku di erdhejê de zirar nedîtibû, ji ber dînamîta ku di dema xebatan de hat teqandin gelek zirar dît. Zarok ji ber deng û lerzîna malan ditirsin. Em naxwazin ku ew zirarê bidin xwezayê. Divê zirarê nedin xanî, erdê me, darên me yên fêkiyan, rezên me. Divê xebat bi dawî bibin."
 
MA / Heval Onkol 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

09/07/2025
09:12 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê: Wekhevî
09:11 Li ser daxwaza jinan navê 'Bazara Jinan' lê hat kirin
09:10 Li Amedê 80 civîn: Ji bo pêvajoyê piştgirî jî fikar jî zêde ne!
09:07 'Divê hemû aktor bi feraseteke di ser siyasetê re xwedî li pêvajoyê derkevin'
09:00 Ji Abdullah Ocalan banga bidîmen: Ez ji hêza siyaset û aştiya civakî bawerim
09:00 ROJEVA 9’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:18 Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan dê were weşandin
08/07/2025
20:56 Şaredarê Edeneyê Karalar û yê Manvgatê Nefî hatin girtin
16:57 Ji bo Şaredarê Semsûrê biryara hefsa malê hate dayîn
16:56 Daxwaza tehliyeyê ya girtiyê nexweş ku ji sedî 76 astengdar e hate redkirin
16:35 Rejîma Îranê cezayê îdamê da 5 girtiyan
16:30 Gundî li dijî qanûna madenê meşiyan Meclisê
15:44 Dozgeriyê ji bo Karalar daxwaza girtinê kir
15:42 Ozel: Li dijî hêza sindoqê şer îlan kirin
15:08 DMME’yê ji ber rewşa girtî ya Demîrtaş biryara binpêkirinê da
14:59 Aksû piştî 31 salan hate berdan
14:58 Emniyetê ji bo îfadeyê bangî Serokê CHP’ê yê Stenbolê kir
14:18 Jinan bangî Meclisê kirin: Ji bo zemîna hiqûqî ya aştiyê peywirê li xwe bigirin
13:52 Tirkiyeyê dîsa ‘Mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan qebûl nekir
13:08 Fezlekeya der heqê Ozgur Ozel de pêşkeşî Serokatiya Meclisê hat kirin
13:06 Di lêpirsîna Şaredariya Manavgatê de 7 kes hatin binçavkirin
13:06 Girtiyê ku kelemçe red kir: Ez dixwazim bi awayekî mirovane tedawî bibim
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Bêyî Meclis were girtin divê komîsyon were avakirin
12:42 Montag ê Amerîkî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:39 Serokê MÎT’ê bi serokwezîrê Iraqê re civiya
12:38 Ji bo rojnameger Uçar biryara tehliyeyê hat dayin
12:38 Der heqê rojnameger Ceylan Şahînlî de lêpirsîn hate destpêkirin
12:28 Rapora ÎSÎG’ê: Di Hezîranê de 164 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:25 ‘Komîsyona Heqîqetê ya Şer û Zarokan' tê avakirin
11:23 Ji welatiyên piştî giliya Olmez ê AKP’î hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin
11:21 Di Turnuvaya Futbolê ya Vedat Aydin de Rojava Spor bû şampiyon
10:59 Nobeta li Hesendînê li dijî madenê hatiye destpêkirin di tevahiya şevê de domiya
10:29 Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne
10:20 Şaredarên CHP’î sewqî edliyeyê hatin kirin
10:14 Îran: Di êrişan de hezar û 60 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:14 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re hate taloqkirin
10:01 Li Elkê 3 herêm hatin qedexekirin
09:44 ‘Hevdîtinên Civaka Demokratîk’ didomin
09:33 Hejmara kesên di lehiya Texasê de mirîn derket 104’an
09:28 Ji bo komeke din a cigareyan zem hate kirin
09:21 Mûstafa Karabûdak: Divê herî zêde Elewî xwedî li banga Ocalan derkevin
09:03 Welatiyên Hesendînê li dijî lêgerîna madenê nobed dan destpêkirin
09:02 Parlamanetera Îtalî: Ger em guh bidin Ocalan em ê bigihên çareseriyê
09:02 Hevdîtinên gel: Baweriya bi Ocalan tam e, daxwaz hevwelatîbûna wekhev e
09:01 Ji bo mêşvaniyê ji Antalyayê hatin Gimgimê
09:00 ROJEVA 8’Ê TÎREMEHA 2025’AN
07/07/2025
23:30 Ji KCK'ê daxuyaniyeke nû: Toren dê zindî neyê weşandin
20:15 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike
20:00 Malbatan li Îmraliyê hevdîtin kirin
16:57 TUHAD-FED’ê li Şirnexê kongreya xwe li dar xist
16:51 Ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî: Îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome
16:24 Li Pêrtagê li dijî kana pomza û xîzî meş hate lidarxistin
16:09 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
15:23 Xebatkarên Beltûrê hatin binçavkirin
15:21 Erdogan li Ozel doza tezmînatê vekir
15:04 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
15:01 OHD: Li Girtîgeha Tokatê nahêlin girtî bên tedawîkirin
14:50 Şandeya Îmraliyê: Em ê li ser hewcehiyên qonaxa nû biaxivin
14:05 Nahêlin rojnamegera girtî sewqî nexweşxaneyê were kirin
13:54 Rapor: Ji sedî 65’ê jinan di malê de hatin qetilkirin
13:24 Di doza Can ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin de dosya dê ji dozger re bê şandin
13:24 Li Îzmîr û Kutahyayê şewat derket
12:48 Olmez ê AKP’î gilî kir leşkeran bi ser gund de girtin: 7 kes hatin binçavkirin
12:23 Li Yewnanistanê bi pileya 4.1’ê erdhej çêbû
12:15 Encamnameya Komxebata Zarokan hat aşkerakirin
12:13 Şandeya Îmraliyê bi hevserokên giştî re civiya
11:51 CHP’ê hemû şaredarên xwe vexwend Enqereyê
11:34 4 leşkerên din jî mirin
11:16 Di serdegirtina malê de polîsan îşkence kir û gefa kuştinê xwarin
10:55 Îsraîlê êrişî Yemenê kir
09:58 Rojnameger Aslan: Ji bo torenê li benda banga Abdullah Ocalan in
09:43 Aktivîstê mafê mirovan ê Hindistanî: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide
09:09 Xwebûn bi manşeta ‘Wa Ocalan sey Mandela serbest bo’ derket
09:04 Li Texasê karesata lehiyê: 82 kes mirin, 41 kes winda ne
09:03 Demîr: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Ocalan esas e
09:02 Şikefta Birqilên a dîrokî di talûkeyê de ye
09:00 Li quntara Cûdiyê bendav û HES: Jiyan wê di binê avê de bimîne
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:44 Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan derket 8’an
06/07/2025
20:10 Abdullah Ocalan peyam şand: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe
17:21 Di 7 mehan de 3 hezar û 181 şewat derketin
16:02 DEM Partî çû serdana CHP’ê: Operasyon, berdewama feraseta qeyûm e
15:27 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
15:10 Tulay Hatîmogûllari çû serdana CHP’ê
15:02 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû
14:42 Civîna MYK’a DEM Partiyê bi dawî bû
14:16 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
14:15 Komxebata Zarokan: Zimanê dayikê bingeha civakê ye
13:15 Li Tûşbayê şewat derket
13:14 Ji MYK’a DEM Partiyê civîna awarte
13:13 Ciwan di komxebatê de hatin gel hev: Em ê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bikin
12:48 Tulay Hatîmogûllari dê biçe serdana CHP’ê
12:48 Hûsiyan êrişî balafirgeha Îsraîlê kir
12:43 Tirkiyeyê qedexeya ji bo balafirgeha Silêmaniyeyê dirêj kir
11:52 Li Pakistanê avahî hilweşiya: 27 kes mirin
11:19 Li Efrînê komîteya xespkirina malên Kurdan ava kirin!
11:05 Li Şirnexê tundiya mêr
11:03 MKG: 7 rojnameger hatin binçavkirin, 2 hatin girtin
10:48 Li DYA’yê lehî rabû: 43 kes mirin, 20 zarok winda ne
10:47 Djemîla Behhabîb: Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim