ŞIRNEX - Newala Qoriyê ya ku li çoltera navçeyên Hezex, Basa û Kerboranê ye, bi gilêşa kesên diçin seryanê ve tê qirêj dikin.
Newala Qoriyê ya ku di navbera navçeyên Hezex, Basa yên Şirnexê û navçeya Kerboranê ya Mêrdînê de ye, ji ber germa havînê welatî diçin lê seyranê dikin. Welatiyên ku ji bo seyranê dixwazin biçin Newala Qoriyê ya ku bi xwezaya xwe ya xweş ve tê zanîn, di danê sibê de dikevin rê.
MENZEREYA NUWAZE
Newala ku ji aliyê kesên ji Hezex û ji bajarên derdor tê ziyaretkirin, 12 kanî lê hene. Çemê ku li gundê Hespîst yê Hezexê ye û 3 kîlometre dûrî Çemê Dîcleyê ye û li qeraxê çem darên hinar, încîr, çinar û hwd lê hene. Çem ê zelal û hênik, welatiyên ku diçin ziyaretê heyran dihêle. Li newalê bi sedan şikeftên ku dîroka çêkirina wan nayê zanîn û erqên dîrokî yên avê lê hene.
ŞER ŞIKEFT TEXRÎB KIR
Di salên dawî de, bi îdiaya ewlehiyê li ser girên dora newalê qereqol û qeleqol hatine çêkirin, lê dîwarên derve yên şikeftê şopên pevçûnên berê xuya dibin. Hin şikeft ji ber teqemeniyên ku ji aliyê balafir û helîkopterên leşkerî ve hatine avêtin zirar dîtine. Herwiha di newalê de bermahiyên aş hene ku tê texmînkirin 200 salî ne. Ava vexwarinê ya navçeya Hezexê bi rêya boriyên ku ji vî çemî hatine kişandin digihîje navçeyê.
XWEŞIKIYA XWEZAYÎ BI GILÊŞAN VE QIRÊJ BÛYE!
Çemê ku bi xweşikiya xwe ya xwezayî meriv mest dike, ev du sal in ji aliyê kesên ku diçin seyranê ve tê qirêjkirin. Gilêşên ku welatiyên tên seyranê li vir dihêlin, dibe sedema qirêjiya çem. Herwiha jiyana zîndewerên di avê de jî dixe xeterê. Rojane bi sedan kes bi malbatên xwe re diçin li vir seyranê û gilêşên xwe datînin qerexê çem.
‘SURYAN LI VIR DIJIYAN’
Bahrî Şen (52) ê ku ji gundê Hespîst e û bax û bostanên wî li newale heye, bangî zîyaretvanan kir û ji wan xwest ku gilêşên xwe bi xwe re bibin. Şen, da zanîn ku herêm berê jîngeha Suryanan bûye û ev tişt got: “Neçarî koçkirinê bûn. Niha em li vir dijîn. Di dahatûyê de belkî nifşên din li vir bijîn. Ev ava paqij û xweş li cihekî din nîne. Newaleke ewqas xweş li cihekî tune. Ev ax pîroz in.”