ŞIRNEX – Şîna ku ji bo Bîşeng Kabak a YJA Star’î li Şirnexê hate danîn bi girseyî hate ziyaretkirin.
Ji bo Bîşeng Kabak (Seher Întîkam) a ku di 21’ê Qanûna 2021’an de li herêma Zapê ya Herêma Federe ya Kurdistanê di şer de jiyana xwe ji dest da, li taxa Vakif Kentê şîn hate danîn. Bi pêşengiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) ya Botanê, Dayikên Aştiyê, rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên Şirnex û navçeyên wê, parlamenterên DEM Partî yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zeki Îrmez bi girseyî serdana şînê kirin.
Girse li avahiya DEM Partî ya Şirnexê kom bûn û heta mala şînê meşiyan. Girseyê dirûşmên “Şehîd namirin” û “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” berz kirin û derbasî mala şînê bûn. Di serî de ji bo cangoriyên azadî û demokrasiye bi deqîqeyeke rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê hevseroka DEM Partî ya Şirnexê Taybet Bîlgî axivî û anî ziman ku ew ê xwedî li têkoşîna wan derbikevin û ev tişt got: “Xwedî derketin ne tenê bi gotin lê kirin e. Wan ji bo azadiya vî gelî canê xwe dan. Xwedî derketina têkoşîna wan erka me hemûyan e.”
Piştrê jî parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez axivî. Mehmet Zekî Îrmez jî destnîşan kir ku ew ê xewn û xeyala wan pêk bînin û got: “Bi saya têkoşîna wan Kurd gihiştin vê merhaleyê. Armanca wan azadiya gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn bû. Em ê jî heta xewn û xeyalên wan pêkwerin têkoşîna xwe bidomînin.”
Birayê Bîşeng Kabak, Halîl Kabak jî ji bo serdanê spasiya girseyê kir û got: “Em bi wê serbilind in. Armanca wê bersiv bûna her çar aliyên Kurdistanê û Rêber APO bû. Em ê jî xwedî derbikevin.”
Piştî axaftinan dua hatin xwendin û serdan bi xwendina duayan bi dawî bû.