ŞIRNEX - Dayikên Aştiyê bang li komîsyona li Meclisê kirin ku xebatên xwe aşkerayî bimeşînin. Dayikan, destnîşan kirin ku ji bo pêkanîna aştiyê divê Abdullah Ocalan bikaribe di mercên azad de bixebite û bijî.
Komîsyona ku di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” a bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin û bi însiyatîfa Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş hatibû avakirin, sibe dê li Meclisê civîna xwe ya yekemîn li dar bixe. Nîqaşên têkildarî xebatên komîsyonê hêj di rojevê de ne. Me pirsa “divê komîsyon çi bike” ji Dayikên Aştiyê yên Cizîrê pirsî.
Dayika Aştiyê Narîn Tunç (50) ku kurê wê Ferhat Tunç ê HPG'î di 30’ê Hezîrana 2017’an de jiyana xwe ji dest dabû, diyar kir ku divê komîsyon bêalî be û armanca wê rawestandina xwînê be. Narîn Tunçê, anî ziman ku divê xebatên komîsyonê aşkera bin û got: “Divê girtiyên bi neheqî û bi bêhiqûqî hatine girtin werin berdan. Bila zilma li ser hemû gelan bê bidawîkirin. Em ji bo her kesî heq û edaletê dixwazin.”
‘DIVÊ DEWLET GAVÊN ŞÊNBER BIAVÊJE”
Zeynep Kuçuk (45) a ku di sala 2014’an di êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê de hevjînê xwe Sofî Şukru Sayan û kurê xwe Mahmut Sayan (Mûrat Têkoşer) winda kirî jî destnîşan kir ku divê komîsyon aşkera be û ev tişt anî ziman: "Ji bo vê pêvajoyê em spasiyên xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêşkêş dikin. Ev pêvajo ji bo gelê Kurd zayîneke nû ye. Em bi vî rengî nêz dibin. Daxwaza me ji komîsyonê ew e ku ji bo gerîlayên dê ji bo siyaseta demokratîk bên, sererastkirinên qanûnî bike. Komeke gerîla li Silêmaniyê li ber çavên cîhanê çekên xwe şewitand û ragihandin ku dixwazin siyaseta demokratîk bikin. Ji bo vê divê sererastkirinên qanûnî bên kirin. Gelê Kurd, bi sala ye dixwaze bi zimanê xwe perwerde bibe, ji bo statûya Kurdî divê xebatên pêwîst bên kirin. Bila kes kesî nexapîne. Weke dayik fikarên me ji bo pêvajoyê hene. Hewceye dewlet gavên şênber biavêje. Daxwaza me ya yekemîn a ji komîsyonê ew e ku astengiyên li pêşiya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rake."
‘BILA AŞTIYEKE BIRÛMET PÊK BÊ’
Rihan Ohuş (46) ku kurê wê Îbrahîm Ohuş (Argeş Kiçî) di 25'ê Tîrmeha 2015'an de li Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû jî bal kişand ser erkên komîsyonê û wiha axivî: “Em dixwazin zarokên me yên di zindanan de bên berdan. Bila êdî ne dayikên leşker û polîsan ne jî dayikên gerîla bigirîn. Berê jî pêvajoyên wiha çêbûn lê bi ser neketin. Bila me nexapînin. Bila êdî aştiyeke birûmet pêk be. Zarokên me dimirin lêbelê em her tim dibêjin aştî. Êdî bes e. 10 sal berê li Cizîrê bi dehan kes di jêrzemînan de hatin şewitandin. Bila komîsyon vê li ber çavan bigire û aştiyeke rastîn pêk bîne.”
‘BILA ZIMANÊ ME BÊ NASKIRIN’
Têkildarî mijarê Hatîce Naîl a 80 salî ku kurê wê Abdurrahman Naîl 12 sal berê tev li refên PKK'ê bûbû jî anî ziman ku ev çend sal in ji kurê xwe tu agahiyan nagire û wiha pê de çû: "Em naxwazin kesek bimire. Em aştî û aramiyê dixwazin. Divê komîsyon ji bo vê yekê bixebite. Dayikan pir êş kişand, êdî naxwazin bikêşin. Daxwaza me azadî û wekhevî ye. Ji bo aştiyê, bila ziman û hebûna me nas bikin."
‘GIRTIYÊN SIYASÎ BERDIN'
Ayşe Erden (48) a ku di şer de pismamê xwe û hevalê xwe yê zarokatiyê Abdullah Temîz winda kiriye jî ji bo xebatên komîsyonê bi aşkerayî bên kirin bang kir. Ayşe Erdenê, got: "Em dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li derve di mercên azad de pêşengiya gelê xwe bike. Divê hemû girityên siyasî bên berdan. Poşmanî li mirovên ku 30 sal in li girtîgehê mane tê ferzkirin. Ev bêrûmetî ye. Ji bo aştiyê divê komîsyon li her kesî guhdarî bike. Bila hemû partiyên siyasî berpirisyariyê li xwe bigirin.”
‘BILA PÊŞIYA SIYASETA DEMOKRATÎK BÊ VEKIRIN’
Sedîka Erden (50) ku kurê wê Fîkret Erden di qedexeya derketina kolanan a 2016’an de li Cizîrê bi birîndarî hatibû girtin û li niha li Girtîgeha Kirikkaleyê tê ragirtin jî da zanîn ku 107 sal cezayê hefsê li kurê wê hatiye birîn. Sedîka Erden, daxuyand ku dema kurê wê hatiye girtin wesayîta zirxî ser re derbas bûye û axaftina xwe wiha qedand: "Em piştgiriyê didin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê. Rêzdar Ocalan û PKK’ê heta niha 3 gavên dîrokî avêtin lê dewletê gavekî jî neavêtiye. Dewlet çima gav neavêje? Bila pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin. Gerîlayan li ber çavê cîhanê çekên xwe şewitandin. Heta ku li Şirnexê dar bên birîn em nikarin qala aştiyê bikin. Rexmê vê yekê hêj qadên gerîla tên bombebarankirin, em vê yekê qebûl nakin. Bila êriş bi dawî bin, girtiyên siyasî bên berdan.”
MA / Emrullah Acar