RIHA – Li gundên Sêweregê bi awayekî sistematik av û ceryan tê birîn, welatî nikarin hewcedariyên xwe yên jiyana rojane bi cih bînin û neçarî koçberiyê tên hiştin.
Li 600 gundên navçeya Sêweregê ya Rihayê ev 10 roj in qutbûna ceryanê didome. Ji ber ziwabûna kaniyên xwezayî, welatiyên ku ji bo pêdiviya avê hewl didin bi bîrên girêdayî elektrîkê bi cih bînin lê ji ber ku ceryan jî nîne nikarin ava vexwarinê jî bibînin. Her çend tê îdîakirin ku ji ber şewata li trafoya bingehîn derketibe jî welatî diyar dikin ku pirsgirêk bi salan e dewam dike.
Ji ber qutbûna ceryanê, welatiyan bi girtina rêya Amed-Sêweregê rewş protesto kirin. Li hemberî vê yekê şaredariyê bi tankerê dest bi belavkirina avê kir, lê ava ku bi 8 tankeran gihand taxan tevî bi hezaran welatiyan pêdiviyên welatiyên ku bi çandinî û sewaldariyê ve mijûl in bi cih nayne. Welatiyan diyar kirin ku li hemberî germahiya zêde ya li bajêr tên mexdûrkirin.
BÊAVÎ JIYANÊ SEROBINO DIKE
Guneş Mamak li gundê Şexulî ya Sêweregê dijî û karkera hişkkirina bacanan e û diyar kir ku 2 meh in li gund ceryan nîn e, hewl dane bi rêya çalakiyan dengê xwe bigihînin her kesî û wiha got: “Ji ber ku ceyran û av tune em nikarin cilên xwe yên kar bişon. Roja din em careke din bi kincên qirêj diçin ser kar. Sarinc û makîneyên me naxebitin. Hemû xwarinên di sarincê de xira bûne; Em neçar man ku bavêjin. Di demên berê de dema me telefon vedikir bersivek werdigirt. Niha bi temamî me bi operatoran ve girê didin û qet bersivê nadin. Telefon li rûyê me hatine girtin. Kes dengê me nabihîze. Em hemû bê elektrîk û av hatine hiştin. Ev nêzî mehekê ye em nikarin ava sar jî vexwin. Her kes dizane Riha çiqas germ e. Di vê germê de heywan jî bê av hatine hiştin."
Endezyara ziraetê Seyhan Aluç da zanîn ku piştî zanîngeh qedandiye hatiye gundê xwe û li hemberî koçberiya karkerên demsalî li zeviyeke 200 hektarî çandiniya bacanan dike û ji ber ku av û ceryan nîn e bacan hişk bûne û wiha got: “Em cihekî ku 9 kîlometre dûrî gund e avê tînin. Li ber çavê me bacan hişk dibin. Ev 10 roj in 600 gund li hemberî bêavbûnê têdikoşin. Pêwîst e dewlet bi vê mijarê re eleqedar bibe.”
Aluç bal kişand ser projeya vegera gundan û wiha got: “Dema ez li vir 200 donim erd diçînim, êdî hewce nake gundiyên me weke karkerên demsalî biçin bajarên din. Bi rojan e elektrîk nîne. Em nikarin bîrên avê bixebitînin ji ber ku tenê fazeke ceryanê dixebite. Em di sîstemeke sala 1980 'î de dijîn. Em avê bi keran dikişînin. Cotkar û xwedîkirina heywanan di rewşeke gelekî zehmet de ne"
NEÇARÎ KOÇBERIYÊ TÊN HIŞTIN
Aluç da zanîn ku ji bo tedarikkirina pêwîstiyên ava vexwarinê zehmetiyan dikişînin û wiha got: "Guhertina avhewayê, çavkaniyên me yên xwezayî ziwa bûnê. Dewletê tiştên mayî xistiye bin kontrola xwe. Hem karker hem jî em mexdûr in. Ji ber ku ava sar nîne, nikarin bên ser kar û neçar dimînin koç bikin. Eger em karibin li vir cotkariyê bikin, karker wê neçar nemînin biçin Ordûyê ji bo berhevkirina findiqan. Roja din karkerên ji Rihayê çûn qeza kirin û 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Eger elektirîk û ava me hebûya, welatiyên me neçar nediman ku li hemberî vê zilmê tehemûl bikin. Dikarîbûn li qadên nasên xwe bixebitin bê pirsgirêk li vir. Par me 360 hektar çand îsal jî daket 200 donimî. Ger ceryan hebûme me dê 600 donim biçanda.”
‘DEWLET ÇI JI ME DIXWAZE’
Ahmet Akgeyîk şivantî dike diyar kir ku heywanên wî ji ber qutbûna elektrîkê bê av mane û wiha axivî: "Li gund 500 xanî hene, xaniyekî bi tenê jî av nîne. Em avê ji derve bi tankan vediguhêzin. Ji xwe av û kaniyên me ziwa kirin. Ev hikûmet çi ji me dixwaze? Gelo dixwazin me tune bikin? Ma ji bo van heywanan ne şerm e? Ji bo dilopek av bidim heywanan ji sibehê heta êvarê digerim. Nêzîkatiyeke dijminane heye. Dibêjin trafo teqiyaye. Ma trafo her roj diteqe? Her sal wisa dibe. Bi taybetî îsal elektrîka me bi temamî qut kirin. Heywanên me ji ber ziwabûnê nexweş ketin. Rojê tenê saetekê elektrîkê didin û em jî bi fazeke ceryanê dixebite. Em bi saetan li benda elektrîkê ne da ku em karibin avê bidin heywanên xwe.”
Nişteciha gund Hediye Atîla diyar kir ku ji ber qutbûna elektrîkê goşt û penîrê ku di sarincê de depo kiribûn xira bûne û wiha got: "Em her tim neçar in xwarina hatiye xerakirin di sarincê xwe de biavêjin. Divê em ava xwe ya vexwarinê ji çem bînin. Ji ber ku ava me bi elektrîkê ve girêdayî ye, bexçeyên ku me çandine jî ziwa dibin. Kes bi pirsgirêkên gund re eleqedar nabe. Me keyayê gund nedîtibû; Pirsgirêkên me çareser nake. Em diçin DEDAŞ'ê, em diçin li cem keyayê gund, lê xema kesekî nîn e. Li gund mirovên nexweş hene, lê kes guhdarî nake. Em li vir êşê dikişînin. Şert û mercên me her ku diçe girantir dibin."
MA / Sema Bîngol