Li Silêmaniyê jinek hate qetilkirin

  • jin
  • 16:24 2 Tebax 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Silêmaniyê jinek li ber deriyê mala xwe hate qetilkirin.
 
Rêveberiya Polîsên Silêmaniyê ragihand ku jinek li Silêmaniyeyê li ber deriyê mala xwe hate qetilkirin û tometbar hîna nehatiye girtin.
 
Berdevkê Rêveberiya Polîsên Silêmaniyê Serkewt Ehmed ragihand ku îro li Silêmaniyê, jinek li ber deriyê mala xwe hate gulebarankirin û ji ber birînên xwe yên giran jiyana xwe ji dest da.
 
Serkewt Ehmed diyar kir ku tometbar piştî qetilkirina jinê reviyaye û lêkolîn û lêpirsîn li ser hatiye destpêkirin.
 
Li gorî agahiyan, buyer li taxa Şêxan a bajarê Silêmaniyê çêbû. Her wiha jina hatî qetilkirin 45 saliye û yek ji karmendên dezgeha ewlekariyê ye.
 
Li gorî bîlançoya mehane ya Rojnews’ê, di şeş mehên destpêkê ya îsal de li Herêma Kurdistanê 15 jin hatine qetilkirin û 11 jin jî bi şêweyek guman jiyana xwe ji dest dane, 2 jin hatine birîndarkirin û her wiha jinek jî neçarî xwekuştinê hatiye kirin. Her wiha ji aliyê Asayîşa Silêmaniyê ve, tundî li 4 jinên mamostayên nerazî û çalakvan hatiye kirin.