Ji bo danişîna doza rojnameger Topaloglû bang

img

STENBOL - Rojnamegeran ji bo danişîna ewil a doza rojnameger Sadik Topaloglû banga piştevaniyê kirin. 

Rojnameger Sadik Topaloglû di 13’ê Tîrmehê de li Stenbolê bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “fînansoriya rêxistinê” hate girtin û şandin Girtîgeha Hejmar 5 a Marmarayê. Danişîna ewil a Topaloglû dê sibe li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bê lidarxistin. 
 
BANGA TEVLIBÛNÊ
 
Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Selman Çîçek ji bo tevlibûna danişîna Topaloglû bang kir û wiha got: “Endamê desteya rêveber a komeleya me rojnameger Sadik Topaloglû di 13’ê Tîrmehê de bi awayekî derhiqûqî hate girtin. Ji bo ev bêhiqûqtî ji holê rabe em ê sibe li Edliyeya Stenbolê bin. Em her kesên rojnamegeriyê diparêzin vedixwînin edliyeyê.” 
 
Rojnameger Omer Îbrahîmoglû jî bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li rojnamegeran û banga tevlibûna danişînê li her kesî kir.