* Endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Amedê Hasan Kendal Selçuk diyar kir ku Tirkiye ji ber peymanên navneteweyî û xalên di destûra bingehîn de neçar e biryara DMME'yê ya têkildarî binpêkirina “mafê hêviyê” ya ji bo Abdullah Ocalan pêk bîne.
* Burak Ercanê ku li Cizîrê 40 dest avêtibû xwendekaran, di danişîna duyemîn a dozê de 3 sal û 9 meh ceza lê hat birîn. Ercan li dijî biryarê serî li Dadgeha Herêmî ya Amedê da û îtîraza wî hat qebûlkirin û biryar hat dayîn ku ji nû ve bê darizandin.
* Hêzên serdest ên ku Sûriyeyê teslîmî Colanî kirin û bi vê dixwazin herêmeke bêîstiqrar û di bin kontrola xwe de ava bikin, li Rojhilata Navînê tişta ku fêm kirin e ew e ku heya rewşa kurdan zelal nebe, pêkanîna îstiqrarekê ne pêkan e.
* Danişîna doza 15 kesên ji cînayeta Narîn Guranê tên darizandin dê li 17’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê bê lidarxistin. (09.00)
* Li navçeya Erxenî ya Amedê dê 1’emîn Rojên Pirtûkê dest pê bike. (10.00)
* Şaxa OHD’a Rihayê dê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tokatê li avahiya xwe aşkera bike. (12.00)
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê li Wanê bi xwendekaran re bicive. (17.00)