'Tirkiye mecbûr e li gorî biryara mafê hêviyê tevbigere'

img

AMED - Endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Amedê Hasan Kendal Selçuk diyar kir ku Tirkiye ji ber peymanên navneteweyî û xalên di destûra bingehîn de neçar e biryara DMME'yê ya têkildarî binpêkirina mafê hêviyê ya ji bo Abdullah Ocalan pêk bîne.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014'an de der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de biryar dabû ku mafê wî yê hêviyê tê binpêkirin û ji Tirkiyeyê xwestibû ku di vî warî de sererastkirinekê bike. Lê ji wê demê heya niha Tirkiyeyê ev biryar pêk neaniye. Ji ber ku Tirkiyeyê tu gav neavêtin, Komîsteya Wezîran a Konseya Ewropayê heya Îlona vê salê muhlet da Tirkiyeyê ku sererastkirinekê bike. Piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan, mafê hêviyê ji aliyê gelek derdoran ve bû rojev. 
 
Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî diyar kir ku ew bi şert û merc destekê dide bikaranîna mafê hêviyê û rêxistinên hiqûqê jî diyar dikin ku bikaranîna vî mafî bi şert û mercan ve nayê girêdan û nabe ku bibe mijara bazariyê. Zêdeyî 30 saziyên civaka sivîl, baro û saziyên hiqûqê daxuyanî dan û xwestin ku ev mijar neyê muzakerekirin û ji bo bikaranîna vî mafî sererastkirineke qanûnî bê çêkirin. Yek ji saziyên îmze danîn binî daxuyaniya 28'ê Nîsanê Baroya Amedê bû.
 
Endamê Desteya Rêveber a Baroya Amedê Hasan Kendal Selçuk, tecrîda li ser Abdullah Ocalan û mafê wî yê hêviyê nirxand û diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan hê jî didome. Selçuk got: "Tenê dikare hevdîtinê bi şande û kesên ku Wezareta Dadê destûr dide hevdîtinê bike. Ev, nayê wateya ku tecrîd tune ye. Ji ber ku divê birêz Ocalan bêyî ku destûr jê re bê dayîn, bi parêzer, malbat û wekîlên xwe re bi awayekî azad hevdîtinê bike."
 
Selçuk da zanîn ku biryara DMME'yê ya li ser binpêkirina mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan biryara yekemîn a li dijî Tirkiyeyê ya li ser mafê hêviyê ye. Selçuk bi bîr xist ku Tirkiye ji ber ku endama DMME'yê ye û DMME2yê qebûl kiriye û xala 90'emîn a Destûra Bingehîn serdestiya peyman û peymanên navneteweyî qebûl dike. Selçuk biryara DMME'yê ya "Vinter û yên din û Îngiltere" bi bîr xist û got: "Ji bo ku cezayê heta hetayê bê kêmkirin, divê di qonaxa înfazê de îmkana serbestberdana bi şert hebe, yan jî cezayê bê kêmkirin an jî veguhere cezayekî din. Cezayê heta hetayê yan jî cezayê girankirî ew e ku mirov heta hetayê di girtîgehê de bimîne û di biryarên Vînterê de eşkere hatiye gotin ku ev qedexeya îşkenceyê ya PMME'yê binpê dike." 
 
BINPÊKIRINA QEDEXEYA ÎŞKENCEYÊ
 
Selçûk bibîr xist ku ji ber ku Tirkiyeyê di warê mafê hêviyê de tiştek nekiriye ketiye rojeva Komîteya Wezîran. Selçûk bibîr xist ku Komîteya Wezîran di 17-19'ê Îlona 2024'an de kom bûye gotiye divê der barê mafê hêviyê de mekanîzmayeke vekolandinê bê çêkirin. 
 
Selçûk destnîşan kir ku nebûna sererastkirina ji bo "mafê hêviyê" li dijî "qedexeya îşkenceyê" ya PMME'yê ye û got: "Ji bo bê dîtin mafê hêviyê tê qebûlkirin, divê mehkûm piştî demekê bigihêje azadiya xwe." 
 
Selçûk pêvajoya nû bibîr xist û diyar kir ku ger tê xwestin ev pêvajo bê domandin divê pozîsyona Abdullah Ocalan di warê qanûnî de bê mîsgerkirin û di qanûnan de hin guherîn bên kirin. 
 
Selçûk bilêv kir ku Tirkiye mecbûr e li gor biryara der barê mafê hêviyê de tevbigere û got ku ji bo esasgirtina mafê hêviyê divê di qanûnê de hin sererastkirin bên kirin û ev ji aliyê meclisê ve bên kirin. 
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel