Sezaî Temellî: Dema avakirina rêya 3’yemîn e

img
MÛŞ – Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, di kongreya Rêxistina DEM Partiyê ya Mûşê de bal kişand ser pêvajoya ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin û got: “Rêya 3’yemîn, rêyeke ku mînakên wê di dîrokê de nîn e.”
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Mûşê, bi dirûşma “Em ji bo aştî û civaka demokratîk bi rêxistin dibin” kongreya xwe ya 2’yemîn a asayî li eywana dawetê li dar xist. Di salonê de wêneyê Abdullah Ocalan yên li Îmraliyê bi girtiyên li hinda wî re û pankarta “Jin, jiyan, azadî” hate daliqandin. Tevî Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Sezaî Temellî, Parlamentera Mûşê Sumeyye Boz û gelek nûnerên rêxistinên saziyên civakî û partiyên siyasî beşdarî kongreyê bûn.
 
 ‘DEMA AVAKIRINA RÊYA 3’YEMÎN E’
 
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, di kongreyê de axîvî û bal kişand ser pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye avakirin û ev tişt got: “Rêya 3’yemîn, rêyeke ku mînakên wî di dîrokê de nîn e. Rêzdar Ocalan gotibû ‘israra di sosyalîzmê de, israra di mirovahiyê de ye’. Em ji bo vê têdikoşin. Avakirina vê yekê bi rêya nû ya ku rêzdar Ocalan vekirî ve pêkan e.” 
 
ÇARESERÎ DI MODELA ROJAVA DE YE
 
Temellî, rave kir ku çareseriya Rojhilata Navîn di modela Rojava de ye û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê û li Sûriyeyê pêkanîna çareseriya demokratîk erka me hemûyan e.”
 
 
Piştî dengdayinê rêveberiya nû diyar hate diyarkiirn û Îlyas Aslan û Çîçek Tutuş wek hevserokên bajêr hatin hilbijartin.