STENBOL - Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, di danişîna ewil de hate tehliyekirin.
Di 21’ê Çileyê de li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan(ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) operasyona binçavkirinê hat lidarxistin. Di serdegirtinên malan de Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun jî hatibû binçavkirin û di 24’ê Çileyê de hate girtin. Danişîna ewil a doza Koyun ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê hat lidarxistin. Koyun û parêzerê wî Dogukan Taşdan tev li danişînê bûn.
‘EM XWEDÎ LI DAXWAZÊN GELÊ XWE DERDIKEVIN’
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî Koyun ê ji 28’ê Nîsanê ve di greva birçîbûnê de ye prastina xwe kir. Koyun, got ku li dadgehê xebatên SGDF’ê tên darizandin û ev tişt anî ziman: “SGDF ji bo ku ciwanan li dora sosyalîzmê birêxistin bike û ji bo parastina sosyalîzmê hatiye avakirin. Di vê çarçoveyê de jî çalakiyan li dar dixe. Ev, dikevin çarçoveya mafên qanûnî. Em kedê, xwezayê diparêzin û karker in, kedkar in. Bêguman em ê li dijî karkeriya zarokan, cînayetên karkeran, kedxwariyê derkevin. Em tev li 1’ê Gulanê dibin. Em Elewiyên baweriya xwe dijîn, zarokên gelê Kurd in ku zimanê wan li dibistanan qedexe û bi tiryakê hewl didin birizînin. Bêguman em ê xwedî li daxwazên gelê xwe derkevin û mezin bikin.” Komkujiya Pirsûsê ku 33 ciwanan jiyana xwe ji dest dabûn jî di îdianameyê de cih girt. Koyun, bertek nîşan da û got: “Ev, alîgirtin e. Li rexekî yên DAIŞ’ê diparêzin, li rexa din jî yên dixwazin ev komkujî were ronîkirin hene. Aliyê me diyar e.”
Piştî parastina Koyun, şahid Yûsûf Gunebakan got ku ew Koyun ji SGDF’ê nas dike û SGDF rêxistineke derqanûnî nîne. Tevî vê jî dadger hewl da bi pirsên xwe îfadeyên şahid bide guherandin.
CEZA HAT XWESTIN
Dozger jî xwest Koyun ji îdiaya “endamtiya rêxistinê” bê cezakirin.
Parêzerê Koyun, Dogukan Taştan jî xwest delîlên bi rêbazên derqanûnî li dosyayê hatine zêdekirin jê werin derxistin û daxwaza beraetê kir.
Şandeya dadgehê biryara tehliyekirina Koyun da û danişîn taloqî 4’ê Mijdarê kir.
DÊ 7 KES BÊN DARIZANDIN
Di heman demê de dê danişînên doza 7 kesên din ên di heman dîrok û dosyayê de hatibûn girtin jî li Edliyeya Çaglayanê bên lidarxistin.