NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karê Derve ya Iraqê ragihand ku ew piştgiriya biryara Kongreya 12’an a PKK’ê ya xwe fesîxkirin û danîna çekê dikin.
Wezaret Karê Derve ya Iraqê têkildarî encamnameya Kongreya 12’an a PKK’ê peyamek da. Wezaretê ragihand ku ew piştgirî didin biryara Kongreya 12’an a PKK’ê ya xwe fesîxkirin û danîna çekan dikin.
Wezaretê anî ziman ku ev biryar ji bo dawîkirina şerê demdirêj ê bi salan li ser milê gelê herêmê û hewldanê aştiyê bûye asteng fersendek rast be.
Wezaretê destnîşan kir ku ev biryar heman demê wê bibe ku careke din heyîna hêzên biyanî yên li ser axa Iraqê bên nirxandin.
Wezaretê anî ziman ku ew piştgiriya hemû hewldanên aştî û ewlekariyê dikin.