NAVENDA NÛÇEYAN - Ji damezirînerên AKP’ê Bulent Arinç, got: “Mafê hêviyê mafekî girîng e. Ne tenê ji bo Ocalan, ji bo her kesên di heman rewşê de derbasdar e.”
Ji damezirînerên AKP’ê û Serokê Meclisê yê berê Bulent Arinç, ji Medyascopeyê ji Rûşen Çakir re axivî. Arinç, diyar kir ku ew piştgiriyê dide pêvajoya heyî got: “Bi çi awayî dibe bila bibe em li gel wê ne ku ev meseleye êdî bi dawî bibe.”
Arinç, diyar kir ku bendewariya erênî ya DEM Partiyê bandorê li wî jî dike û got: “Min tevek jî gelek keyfxweş dîtin. Herî dawî çûm cem Bakirhan. Di her kesekî de hêviyek heye. Min got ‘wê demê em jî dê keyfxweş bibin.’”
Bi domdarî Arinç bal kişand ser biryara binpêkirina “Mafê hêviyê” ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû û got: “Mafê hêviyê mafekî girîng e. Ne tenê ji bo Ocalan, ji bo her kesî derbasdar e. Hêvî, hesta herî sereke ye ku dike mirov bijî.”