STENBOL - Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan Ridvan Karakoç û Hasan Ocak ên di binçavan de hatin qetilkirin li ser gorên xwe bi bîr anîn. Di bîranînê de hat gotin ku dê ev dewlet hesabê kiryarên xwe bide.
Dayikên Şemiyê û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi boneya 17-31'ê Gulanê Hefteya Têkoşîna Li Dijî Windakirinên Bi Zorê ya Navneteweyî, gorên Ridvan Karakoç û Hasan Ocak ên di dîrokên cuda de di bin çavan de hatin windakirin ziyaret kirin. Di bîranînê de xizmên windayan, her wiha rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD), Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya ji bo Malbatên xizmên xwe winda kirine li Anatolyayê (ANYAKAY-DER) amade bûn.
Di bîranînê de pankarta "Bêcezahiştin rê li ber dubarebûna sûc vedike, em dixwazin dawî li bêcezahiştinê bê anîn û edaletê dixwazin" hat hilgirtin, wêneyên kesên di dema binçavkirinê de hatin windakirin û qurnefîlên sor hatin hilgirtin. Di çalakiyê de sloganên "Ridvan Karakoç nemir e, Hasan Ocak nemir e" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin û ewil gora Ridvan Karakoç hat ziyaretkirin.
DOSYA DI ARŞÎVA DEWLETÊ DE
Birayê Hasan Karakoç axivî bi bîr xist ku malbatên windayan ev 30 sal in têdikoşin. Karakoç da xuyakirin ku ji bo pêşeroja mirovên jiyana xwe ji dest dane cîhaneke azad biterikînin ew têdikoşin û got, "Rıdvan dema dixwest ji bo gelê Kurd jiyaneke baştir ava bike, hat qetilkirin. Hêzên kûr ên di nava dewletê de, kujerên xwînxwar, birayê min bêyî hesab bidin binçav kirin û bi yek ji rêbazên herî nebaş ên îşkenceyê yên dîroka mirovahiyê re ew qetil kirin. Heta xwestin bedena wî jî xera bikin. Dosyaya me 30 sal in di arşîvên dewletê de ye, lê gavek jî nehatiye avêtin. Ev 30 sal in em ji bo bîranîna hevrêyên xwe û birayên xwe yên ku me winda kirine têdikoşin. 30 salên din jî derbas bibin jî em ê dest ji vê têkoşînê bernedin."
'DEWLET NEÇAR E HESAB BIDE'
Piştî daxuyaniyê parêzera malbata Karakoç û di heman demê de hevala Ridvan Karakoç Eren Keskîn axivî û wiha got: "Berê gelek nîqaşên me hebûn ku ev têkoşîn wê çawa bidome. Ridvan şoreşgerek bû. Kesayetek bû ku ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiya. Divê ev nasname neyê jibîrkirin. Bi rastî jî gelekî têkoşiyan. Em îro di pêvajoyeke nû de derbas dibin. Ji bo çi tê gotin bila bê gotin, nermkirina rewşa heyî her tim baş e. Lê belê nermkirina rewşa heyî nayê wê wateyê ku em ê dest ji lêgerîna mirovên xwe yên hatine qetilkirin berdin. Ev dewlet neçar e hesabê malbatên vî gelî bide û di dawiya dawî de zû ya jî dereng wê hesabê vê bide. Weke parêzvanên mafên mirovan em vê hesabpirsînê dişopînin."
Piştî axaftinan qurnefîl danîn ser gora Karakoç, dua hatin kirin.
‘ME HASAN LI GORISTANA BÊKESAN DÎT’
Piştre gora Hasan Ocak hat ziyaretkirin. Wêneyên kesên di bin çavan de hatine qetilkirin danîn ser gora Ocak. Birayê wî Alî Ocak axivî û wiha got: “30 sal in em dixwazin şerê qirêj bê rawestandin û Hasan jî hewl dida vî şerî rawestîne. Hasan dema li hemberî cinayetên kontrgerîla ên dema Qetlîama Gaziyê têdikoşiya ji nav me birin. Careke din nedan me. Piştî 58 rojan me ew li Goristana Bêkesan dît. Em ê di şexsê Hasan de têkoşîna xwe bidomînin.”
SOZA BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ
Piştre parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Kezban Konukçu axivî û diyar kir ku kesên têdikoşiyan dizanîn dê çi were serê wan û wiha got: “Wan dizanîbûn ku eger demokrasî were vî welatî wê bi vê têkoşînê were. Bi ya min ev mîrateya herî girîng e ku ji me re hiştine. Berpirsyariya me ya herî girîng ew e ku dewlet bi vê zîhniyeta xwe ya rê li ber komkujiyan re vekir rûbirûbû bibe, heta hesap neye dayîn demokrasiya rasteqîn pêk nayê. Em ê têkoşîna xwe zêdetir bikin.”
‘DIVA QADA GALATASARAYÊ AZAD BIBE’
Piştre Hevseroka ESP'ê Sezîn Ûçar axivî û diyar kir ku têkoşînên hatine meşandin dewlet neçar maye paşde gav biavêje û wiha dewam kir: "Pêwîst e em bibînin ku li erdnîgariya me wek Dayikên Plaza de Mayo yên li Latîn Amerîkayê Dayikên Şemiyê di têkoşîna ji bo windayan de navenda berxwedanê ne. Em vê yekê ji têkoşîna parêzvanên mafên mirovan dizanin ku tevî îşkenceya destlênedanê ya berevajî, her hefte çeperên xwe diparêzin. Bi saya têkoşîna yekbûyî me karî polîtîkaya dewletê ya windakirina di binçavan de paşve bixînin. Lê belê têkoşîna me ya ji bo edaletê hê dewam dike. Divê em Qada Dayikên Şemiyê bi temamî azad bikin."