NAVENDA NÛÇEYAN - Fîlozof Prof. Michael Lowy, diyar kir ku fikrên Abdullah Ocalan îlhamê didin û got: “Fenîmîzma ku Ocalan destnîşan kiriye, yanî rola diyarker a jinan a ji bo veguherîna civakî, hesabpirsîna ji avaniyên baviksalariyê il gorî min jî gelekî girîng e.”
“Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hate ragihandin, di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd rê li ber geşedanên nû vekir û li cîhanê jî deng veda. Yek ji nûnerên kevneşopiya Marksîst fîlozof û civaknas Michael Lowy, geşedanên dawî ji ANF’ê re nirxand.
Michael Lowy bi bîr xist ku beriya çend hefteya wî serdana Amedê kir, li wê derê derfet dît ku bi hevalên xwe yên ji çep a Kurd biaxive û ev tişt anî ziman: “Min dît ku bi hêviyeke mezin bi pêvajoya aştiyê ve girêdayî ne. Hêvî dikin ku ev yek bibe destpêka serdemeke nû. Di heman demê de ji hikûmeta Erdogan jî nîşaneyên şênber ên li ser destpêkirina pêvajoyê hêvî dikin. Heta niha ji aliyê hikumeta Erdogan ve gaveke şênber nehatiye avêtin. Yanî girtiyên siyasî yên Kurd hîn jî girtî ne. Di serî de Selahattîn Demîrtaş, bi sûcdariyên absurt girtî ne. Gelek mirovên ji wezîfeya xwe hatine dûrxistin hîn jî girtî ne. Ji Erdogan gavên şênber hêvî dikin ku nîşan bide hin gişt têne guhertin."
‘PKK’Ê BANGA OCALAN PÊK ANÎ’
Bi domdarî Lowy bal kişand ser biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê û ev nirxandin kir: “Bi dîtina min banga Ocalan bi cih anîn; ji ber ku damezirîner e, îdeolog û lîderê dîrokî ye. PKK jî li gorî banga Ocalan tevgeriya. Aşkera kirin ku şer rawestandine û nêta wan heye ku PKK'ê fesix bikin. Bêguman hin garantiyan dixwazin. Heta niha ev garantî nehatine dayin. Bi qasî ku min fêhm kir, PKK garantiyan dixwaze ku karibe tev li jiyana siyasî û civakî ya li Tirkiyeyê bibe. Yanî divê mirov li bendê bisekine û bibîne bê wê çi bibe.
PKK gihîşt wê encamê ku bi têkoşîna çekdarî nikare bigihêje cihekî; ku ev yek encameke rast e. Li gorî min di nava şert û mercên nû de ev yek berhemdar nîne. Dewamkirina têkoşîna çekdarî encamekê bi xwe re nayîne. Di vir de mafdar in. Lê belê bêyî garantiyekê fesixkirina rêxistinê û nebûna derfetê karê demokratîk û qanûnî; ev yek aqilane nîne. Lewma ez baş fêhm dikim bê çima garantiyan dixwazin.
HETA NIHA JÎ HIKÛMETA TIRKIYEYÊ BERSIVEK NEDAYE
Bi dîtina min daxuyaniya PKK'ê cihê baweriyê ye ku gotibû, 'Em amade ne xwe fesix bikin, dawî li karên çedkarî bînin'. Ne bawerim ku nêta wan hebe ku çalakiyên çekdarî dewam bikin. Lê belê heta ku ji aliyê din tiştekî wernegirin wê dest ji çekê bernedin. Di vir de bersiv divê ji hikûmeta Tirkiyeyê bê. Heta niha nîşaneyeke bi vî rengî nayê dîtin. Girtî hîn jî li girtîgehê ne. Ji ber vê yekê dibe ku niha pêvajoyek hatibe destpêkirin, lê belê fesixkirina PKK'ê ne tiştekî welê ye ku di nava çend rojan de pêk were.”
‘GELO PARADÎGMAYA OCALAN DIKARE BIBE HÊVIYA ALTERNATÎFÊ?’
Lowy, pirsa "Weke ramangerekî dijberê kapîtalîzmê, hûn difikirin ku paradîgmaya Abdullah Ocalan bibe hêviya alternatîfekê?” jî wiha bersivand: “Belê, bi dîtina min weke şêweyê rêxistiniyeke siyasî û civakî ya alternatîfê kapîtalîzmê, ev yek hewldaneke gelekî balkêş e. Modeleke hem civakî - her wiha mirov dikare bibêje sosyalîst e - hem jî ekolojîk û femînîst e. Bêguman şert û mercên li Rojava zehmet e; lewma bicihhatina vê perspektîfê bi temamî zehmet e. Lê belê li gel vê yekê jî ev vîzyon îlhamê dide çalakiyên aktîvîstên şoreşger ên ku berê xwe didin Rojava. Û ev yek jî Rojava li cîhanê dike yek ji tecrûbeyên herî balkêş, li gel tevgera Zapatist a li Chiapasê.”
REXNEYÊN OCALAN ÊN LI DIJÎ MARX NIRXAND
Lowy weke teorîsyen û civaknasekî Marksîst, rexneyên Rêber Apo û PKK'ê yên li Marx jî bi vî rengî şîrove kir: “Ez Marksîst im, lê belê xwe bi giranî weke Marksîstekî libertaire (azadîparêz) pênase dikim. Yanî Marksîstekî welê me ku li gorî min, ji gelek fikrên anarşîstan sûd dikare bê wergirtin. Lewma bi sempatî nêzî nivîsên Murray Bookchin dibim ku îlham da Ocalan. Di heman demê de li gorî min ekolojî jî meseleyeke bingehîn e; ev jî nuqteyeke din a hevpar e. Her wiha fenîmîzma ku Ocalan destnîşan kiriye, yanî rola diyarker a jinan a ji bo veguherîna civakî, hesabpirsîna ji avaniyên baviksalariyê il gorî min jî gelekî girîng e.
Ez van hemûyan gelekî hêja dibînim. Bêguman hin fikrên min ên cuda jî hene -mînak lêgerîna li plansaziyeke ekososyalîst - Dibe ku ev ye ji pêşniyarên Ocalan an jî yên hewl tê dayin li Rojava bi cih bê anîn hinekî cudatir be. Lê belê ez îdia nakim ku xwedî çareseriya mutleq a her pirsgirêkê me. Li gel hemû zehmetiyan jî weke ku min got, tecrûbeya Rojava îro li cîhanê yek ji tecrûbeyên herî balkêş e. Lê belê ev gotinên ku min qalê kir, nayê wê wateyê ku min dest ji fikrên xwe yên Marksîst berdaye.”