NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî DYA’yê li tesîsên nukleerê yên Îranê xistî, Tehranê li dijî Îsraîlê du caran bi fuzeyan êriş kir. Îsraîlê qada xwe ya hewayî girt.
Di roja 10’emîn a şerê di navbera Îsraîl û Îranê de DYA’yê bi balafirên şer tesîsên nukleerî yên Îranê hedef girt. Îranê jî piştî êrişa DYA’yê bi fuzeyan êrişî bajarên Îsraîlê kir.
Li gorî agahiyên televîzyona dewletê ya Îranê ragihand, çendek saet piştî êrişa DYA’yê ya li dijî Îranê, Îranê nêzî 30 fuze avêt Îsraîlê. Îranê, bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişê de Balafirgeha Ben Gurion hedef hatiye girtin.
16 KES BIRÎNDAR BÛN
Îsraîlê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ji fuzeyên Îranê herî kêm yek jê li navenda Îsraîlê ketiye û di encamê de herî kêm 16 kes birîndar bûne. Hat ragihandin ku her 16 kes rakirine nexweşxaneyê.
Piştî fuzeyên Îranê avêtin Îsraîlê hatin tespîtkirin, li seranserî welat li sîrenan hat xistin û pergalên parastina hewayî ketin dewrê. Di navbera Tel Avîv û Qudsê de dengê teqînan hate bihîstin. Polîsên Îsraîlê ragihand ku parçeyên çekan ketine herêma bakur ku bajarê Hayfayê digire nav xwe. Rayedarên herêmê gotin ku komên alîkariyê li herêmê hatine veguhestin.
Piştî êrişan, artêşa Îsraîlê bang li gel kir ku heke bixwazin dikari ji stargehan derkevin.
ÎSRAÎLÊ QADA XWE YA HEWAYÎ GIRT
Piştî êrişên DYA’yê, Îsraîlê careke din qada xwe ya hewayî girt. Daîreya Hewavaniyê ya Sivîl a Îsraîlê bi daxuyaniyekê got ku ji ber rewşa ewlehiyê ya li welat, hemû seferên hatin û çûnê dane sekinandin. Rayedarên Îsraîlî gotin ku deriyên sînor ên bi Misr û Urdunê re jî vekirî en.
Her çend Îsraîl nûçeyên têkildarî fuzeyên Îranê pir hişk asteng bike jî, qebûl dike ku ji 13’ê Hezîranê heta niha herî kêm 50 fuze li deverên cuda yên welat ketine.