Gelê Çerkes pêvajo nirxand: Demokrasî pirsgirêka hemû gelan e

  • rojane
  • 11:13 26 Hezîran 2025
  • |
img
STENBOL - Welatiyên Çerkes diyar kirin ku pirsgirêka demokrasiyê ya li welat pirsgirêka tevahiya gelan e û divê gel di vê pêvajoyê de bi hev re têbikoşin. 
 
Komîsyona Ol û Baweriyan a Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bajarê Stenbolê, di çarçoveya “Hevdîtinên Civaka Aştî û Demokrasiyê” li Weqfa Şamîl a Perwerde û Çandê ya li Kadikoyê bi Çerkesan re hevdîtin pêk anî. 
 
Çerkesên ku beşdarî hevdînê bûn ji bo ajansa me pêvajo nirxandin. 
 
'DIVÊ GAVÊN DEMOKRATÎK BÊN AVETIN'
 
Serokê Weqfa Şamîl a Perwerde û Çandê Cengîz Gul, diyar kir ku dê ev pêvajo hemû gelan biserbixe û destnîşan kir ku li dijî kiryarên antî demokratîk ên liTirkiyeyê ne û wiha axivî: “Em li benda avêtina gavên demokratik in. Gelê me li Kafkasyayê sê sal şer kir. Em wek gelê Çerkes şer naxwazin.”
 
PIRSGIRÊKA HEMÛ GELAN E
 
Endama Lijneya Weşanê ya rojnameya Jinepsê Bîrgul Asena Guven, diyar kir ku pirsgirêka demokrasiyê ya hemû gelan e. Bîrgûl Asena Guvenê, destnîşan kir ku kiryarên antî demokratîk gelê Kurd, gelê Çerkes û gelê Balqan bandor dike û ev tişt got: “Pirsgirêka demokrasiyê ya hemû gelan e. Di şer de her du alî ji şer bandor dibe. Pêvajoya aştiyê de aliyên têkildar  her du aliyên şer in. Lêbelê ger ew şer di sînorê welatekî de be hemû civaka wî welatî eleqedar dike. Her kes parçeyeke pirsgirêkê be divê bibin parçeyê çareseriyê jî. Divê hemû gelên li welêt piştgiriyê bidin pêvajoyê.” 
 
'DIVÊ HÎNBÛNÊN DER HEQÊ GELAN DE BÊN JIBÎRKIRIN'
 
Bîrgul Asena Guven, destnîşan kir ku têkiliyên di navbera gelan de girîn in û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Têkiliya bi gelan re nîşaneya nêrîna me ye. Ji ber vê yeke divê em der barê hev de hînbûnan jibîr bikin. Mînak tiştên ku ez der barê Kurdan de fêr bûm, min di jiyanê de ceriband. Ev bêtir di bin bandora  medya ya dijital û ji îdeolojiya fermî bûn. Herwiha tiştên der barê Elewî, Suryan û Lazan de jî nêrînên îdeolojiyên serdest tê. Ev hînbûn ne ji bo gelan ji bo desthilatan baş in. Heta em hînbûnên nû nexin dewsa vana pêşxistina demokrasiyê ne pêkan e. Helbet divê destura bingehîn bê guhertin. Nêrîna jinan der barê vê pêvajoyê de bêtir objektîf  û şoreşgerî ye. Di dîrokê de jî jin her tim veguherîner e. Ji ber vê jin dikarin hînbûnan jêbibin. Li gorî min dê jin bibin kirdeyên vê pêvajoyê.”
 
'PÊVAJO JI BO GEL Û BAWERIYAN GIRÎNG E'
 
Endama Komeleya Çanda Kafkas Aysel Okan Hoşgît, destnîşan kir ku pişgiriyê didin pêvajoyê.  Aysel Okan Hoşgît, diyar kir ku bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve dê gel û baweriyên herêmê bi hevre bibin xwedî firsenda welêteke azad  û ev tişt got: “Pêvajo me pir bi kelecan kir. Gelê Kafkas, weke gelê Kurd zû bişaftin ferq nekir. Lewre pêşiyên me di sala 1864’an de sirgûnê vir bûne. Dema sirgûna wan de gelek rastî tundî û tehdê hatine. Nexasim jin ji ber cil û zimanên xwe pir rastî êrişan hatine. Nifşên me û nifşên nû li ber bişaftinê berxwe nedan. Niha zarokên me li dibistanan zimanê xwe yê dayikê fêr nabin. Niha kiryarên ku li Kurdan tên kirin, serdema Çaritiyê li Rûsyayê li gelê me hatiye kiri. Li vî welatî hêj gelên ku nikarin bi zimanê xwe ve navan li zarokên xwe bikin hene. Ev yek bi bişaftina ziman û çandê ve têkildar e. Ji ber wê ez pêvajoyê ser navê gelê xwe û hemû gel û baweriyan pir girÎng dibinim.”  
 
DIVÊ EM BEŞDARÎ TÊKOŞÎNA GELÊ KURD BIBIN
 
Aysel Okan Hoşgît, destnîşan kir ku divê dewlet gavên xurt biavêje û wiha pê çû: “Têgihiştina gelê Çerkes a pêvajoyê û li gorî vê têkoşîna wan girîng e. Ev pêvajoyeke dirêj e em bê hêvî nînin. Heta 10 saliya xwe min zimanê Çerkesî nizanibû. Bi bişaftinên dewletê ve bi me dan jibîrkirin. Kirdeya têkoşînê gelê Kurd e. Em dikarin sûdê ji wan bigrin û beşdarî têkoşîna wan bin.”
 
Endamê Lijneya Rêvebirê Weqfa Şamîl a Perwerde û Çandê Yalçin Karadaş, bal kişand ser têkparêziyê û wiha axivî: “Di despêka damezirandina Tirkiyeyê heta niha tu car nebûye demokratîk. Her tim tekparêz bû, tirkperest bû û li ser zihniyeta sunnî û baviksalariyê hate damezirandin. Gelê me ji destpêkê ve li dijî vê yeke bûn. Di sala 1923’an de kare komarê yê yekemin li ser me ferzkirina tirkbûnê bû û li ser me polîtîkayên tundiyê pêk anîn. Divê hemû gel bi reng û nasnameyên xwe ve bêyî tekparêziyê bi nêrîneke demokratîk bi hevre ji bo demokrasiya welet têbikoşin.” 
 
MA / Esra Solîn Dal

Sernavên din

01/07/2025
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’
08:59 Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê rastî eleqeyê tê
08:51 Sebahat Atabey ji hêla jinan ve hate definkirin
28/06/2025
16:50 Ji bo girtiyên nexweş banga tehliyeyê
15:42 Ji bo Qada Galatasarayê kampanya
15:40 Xizmên windayan li 3 bajaran daxwaza edaletê kirin
15:33 Bandora serhildana Şêx Seîd a li Kurdistanê tê gotûbêjkirin
15:06 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Wanê civiya
14:56 Bayindir bang li partiyan kir: Bersivê bidin banga Ocalan a ji bo kongreya neteweyî
14:22 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên 5 kesan bên darizandin
14:19 Di doza îşkenceya polîsan a li hemberî zarok de biryar hat xerakirin
14:15 Tulay Hatîmogûllari: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên KHK’iyan divê tavilê gav bên avêtin
14:05 Di ser mirina Yildirim de 12 sal bihurî: Em ê têkoşîna wî bidomînin
13:42 Ji bo girtiyê nexweşê anevrîzmê pêşniyara 'li revîrê emeliyat'
13:25 HPG’ê têkildarê mirina Ceylan de daxuyanî da
13:09 HPG-NRÇ: Êrîşên artêşa Tirk didomin
12:26 DEM Partî li Amerîkayê têkildarê pêvajoyê dest bi hevdîtinan kir
12:25 Li Ceyhanê jinek hate kuştin
12:09 Dê Mazlûm Erencî li ser gora xwe bê bibîranîn
11:29 Hunermendên ku beşdarî Şahiya Biharê ya Erdîşê bûn: Em xwedî li çanda xwe derkevin
10:36 Şahidên Madimakê: Heta Elewî wek hemwelatiyên wekhev neyên dîtin aştî pêk nayê
09:53 Welatiyên ku malên wan ji lehiyê zirar dîtibû çareseriyê dixwazin
09:04 Ji bo girtiya nexweşa giran Fatma Tokmak serlêdana nû: Rewşa wê pir krîtîk e
09:03 Rojnamegeran bertek nîşan dan: Polîtîkayên bêcezakirinê pêşiya mafyayê vedikin
09:02 Neviyê Şêx Seîd: Em ê piştevaniya aştiyeke adilane dikin
09:01 Bîrên petrolê kaniyên gundê dîrokî ziwa kir