ENQERE - Ji bo komîsyona meclise ku 3 kes beşdar nebûn û kursiya wan vala man û DEM Partiyê pêşniyar kir kul i şûna wan 3 kes bên diyarkirin. Pêşniyara DEM Partiyê hat qebûlkirin dê ji DEM Partî, CHP û AKP’ê ji her yekê kesek tevli komîsyonê bibe.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo "Komîsyona Piştgiriya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" ya li meclisê hat avakirin, li şûna kesên ji Îyî Partî re hatine veqetandin, pêşniyar kir ku 3 endamên nû werin wezîfedarkirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; Cîgira Serokê Giştî ya DEM Partiyê û koordînatora komîsyonê ya DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, ji ber ku Îyî Partiyê endam nedan 3 kursî vala ma û pêşniyarnameyek da komîsyonê.
PÊŞNIYAR HAT QEBÛLKIRIN
Gulîstan Kiliç Koçyigît pêşniyar kir ku ji bo 3 kursiyên vala mane pêşniyara jinûve organîzekirina endaman kir. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, AKP, CHP, MHP, Partiya Yenî Yolê û partiyên din ev daxwaza DEM Partiyê qebûl kirine.
Dê DEM Partî, CHP û AKP her yek endamek nû diyar bike. Ev pêşniyar dê civîna 8’ê tebaxê de bê peşkeş kirin û bibe biryar. Partî dê piştre kesên ku beşdarî komîsyonê bibin aşkera bikin. Li gorî vê yeke hejmara endamên komîsyonê yên DEM Partiyê dê bibe 5, hejmara ya CHP’ê dê bibe 11 û hejmara ya AKP’ê jî dê bibe 22.
MA / Mehmet Aslan