MÊRDÎN - Serdar Akay diyar kir ku bavê wî Latîf Akay ê 65 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Qubînê dimîne nikare bimeşe û li ber mirinê ye û xwest ku ji bo bavê wî bê dermankirin divê bê berdan.
Latîf Akay ê 65 salî li navçeya Kerboran a Mêrdînê ji ber "endamtiya rêxistinê" 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Tenduristiya wî roj bi roj xirabtir dibe. Akay li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Qubînê ya Êlihê tê girtin. Gurçika wî ya çepê xirab bûye, nexweşiyên weke pişikê, fitiq, prostat û astimê jî pê re hene. Her wiha aliyê çepê yê kulîmeka wî şikestiye û ji ber vê platîn tê de heye û çavên wî baş nabînin. Latîf Akay ji ber van nexweşînan nikare bimeşe.
BERDANA WÎ HAT REDKIRIN
Di demeke nêz de Latîf Akay bi daxwaza taloqkirina înfazê sewqî Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê (ATK) hat kirin. ATK'ê rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" da wî. Ji ber vê serî li Dadgeriyê hat dayîn, lê dadgeriyê serlêdanê red kir.
BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ HATIYE HIŞTIN
Serdar Akay anî ziman ku serlêdanên ji bo berdana bavê wî bê encam hatine hiştin û got ku her diçe rewşa bavê wî xirabtir dibe. Akay xwest ku bavê wî rojek berî rojekê bê berdan û got ku bavê wî êdî nikare bimeşe û xwarinê bixwe. Akay destnîşan kir ku ji bo bavê wî bê dermankirin divê bê berdan û bal kişand ser pêvajoya hatiye destpêkirin û got ku divê dadger û dozger vê pêvajoyê esas bigirin û biryarên xwe li gor vê bidin.
MA / Ahmet Kanbal