ŞIRNEX – Li Şirnexê gelek çem û robar di salên dawî de ji ber texrîbata li ekolojiyê û krîza avhewayê bi temamî ziwa bûne.
Ji ber krîza avhewayê û darbirînê û lêgerînên madenê gelek çem û rûbar ziwa bûne. Di 5 salên dawî de li çiyayên Gabar, Cûdî û Cilnimêjayê û li herêmên Besta, Komato û Qaşûranê bi destê leşker û cerdevanan ekolojî tê texrîbkirin û ev yek bandorê li xwezaya herêmê dike. Li bajarê ku çavkaniyên wê yên avê zêde bûn, li navçeya Elkê û Qilebanê ku di warê avê de dewlemend bûn, gelek kanî û li Hezex û Silopiyayê jî gelek gol û robar ziwa bûne.
Robarê li gundê Elemûn ê Qilebanê ku çavkaniya avê ya gund bû, 3 sal in ziwa bûye. Robarê ku gundiyan ji bo xwe hênik bikin diketinê, niha tenê kevir û zil in. Her wiha robarê di gundê Orişê re derbas dibû jî ziwa bûye. Gundî diyar dikin ku berê li gor demsalaan av kêm û zêde dibû, lê niha bi temamî ziwa bûye. Robarê Bazamîrê yê li navçeya Silopiyayê jî ku ji Çiyayê Cûdî diherikî û bi Çemê Dîcleyêr e dibû yek jî, ziwa bûye. Her wiha robarê li gundê Hemkan ê navçeya Elkê jî ziwa bûye. Gelê herêmê vê yekê wekî "bêavîtiya herî mezin" pênase dikin. Li Hezexê jî 2 golên biçûk ziwa bûn. Bi ziwabûna golan re bi hezaran masî mirin. Her wiha ji ber vê zeviyên genim û ceh ên gundiyan jî hişk bûn.
Her wiha di salekê de ava Mijinê ku çavkaniya herî mezin a Şirnexê ye, ji sedî 55,4 kêm bûye. Herî dawî di 24'ê Tîrmeha 2025'an de hat pîvandin. Çem di saniyeyekê de 148 lître diherikî, lê piştî 12 rojan ev daket 66 lîtreya. Şaredariya Şirnexê, sedema vê yekê wekî guherîna avhewayê û ziwabûnê nîşan da. Bi havînê re xetere zêdetir dibe. Rayedar bang dikin ku ava vexwarinê ji bo bax û baxçeyan neyê bikaranîn.
Her wiha ji ber xebatên lêgerîna petrol û sondajê yên TPAO'yê yên li Çiyayê Gabarê li Şêreş, Dêra û Bêlgirê gelek kanî ziwa bûne. Her wiha Robarê Nerduşê yê ji Çiyayê Cûdiyê diherike û heya navçeya Silopiyayê diçe jî, ji ber kanên komirê 5 sal in qirêj bûye û ava wê kêm bûye.
Li gel vê Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Şirnexê di sala 2024'an de ji hin çem û robaran nimûne wergirt û qalîteya avê analîz kir. DSÎ'yê jî
MA / Zeynep Dûrgût