WAN - Bi pêşengtiya Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Wanê bi dirûşma “Jinên hatine qetilkirin serhildana me ye, xwerêxistinkirin xweparastina me ye” meş tê lidarxistin.
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo balê bikişîne ser komkujiyên li dijî jinan, li Wanê meşê li dar dixe. Bi sedan jinên ku li pêşiya Aydin Perîhan AVM’ê hatin gel hev, bi dirûşma “Jinên hatine qetilkirin serhildana me ye, xwebirêxistinkirin xweparastina me ye” meşê li dar dixin.
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû ku tev li meşê bû, daxuyaniyê dide.