ENQERE - Hevserokê Şaxa OHD'a Enqereyê Ferdî Sîdar diyar kir ku divê komîsyona li Meclisê hatiye avakirin ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û lê guhdar bike û xwest tecrîd tavilê bê rakirin.
Di çarçoveya pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hat meşandin de li Meclisê "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwîşk-Biratî û Demokrasiyê" hat avakirin. Ji derdorên cuda yên têkildarî komîsyonê pêşniyar dewam dikin. Kurd Abdullah Ocalan wek sermuzakerevan qebûl dikin û pêşniyara sereke jî ew e ku komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne.
Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasan a Azadîxwaz (OHD) a Enqereyê Ferdî Sîdar têkildarî komîsyonê axivî û got ku divê komîsyon ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û pêvajoya aştiya civakî bi awayekî rasterast li Îmraliyê hevdîtinê pêk bîne.
‘MUXATAB OCALAN E’
Ferdî Sîdar diyar kir ku muxatabê sereke Abdullah Ocalan e û divê komîsyon rasterast bi wî re têkiliyê deyne û wiha got: ''Ji bo ku komîsyon rasterast bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û guhdarîkirina wî ji bo pêkanîna aştiya civakî, bêçekbûnê û çareseriyên demokratîk girîng e. Abdullah Ocalan muxatabê sereke ye. Paşguhkirina vê rola muxatabiyê, dibe sedema ku pêvajoya çareseriya demokratîk a ku bingehên wê yên zagonî tune bin, kêmasî û bêfonksiyon bin. Ji bo pêvajoya muzakereya demokratîk di çarçoveya prensîbên dewleta hiqûqê de bê meşandin, pêwîste ev gav were şênberkirin û bihêzkirin."
MAFÊ HÊVIYÊ
Sîdar têkildarî 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan axivî û wiha got: "Tevî ku Birêz Ocalan destnîşan kiriye ku ew azadiya xwe ya takekesî weke meseleyeke şexsî nabîne jî, bicihneanîna mafê hêviyê ji bo pêvajoyê girîng e. Tevî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û daxwaza Komîsyona Wezîran a AKP'ê jî, Tirkiye vî mafî bicih naîne. Tevî ku divê ev maf ji pêvajoyê serbixwe bê bicihanîn jî, nepêkanîna wê kêmasiyekê li pêvajoyê zêde dike. Divê di demek herî kurt de tecrîd bi dawî bibe û Abdullah Ocalan bi awayekî azad fikrên xwe parve bike û bi aktorên siyasî û civakî re hevdîtinan pêk bîne."
Sîdar bi bîr xist ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan hê jî didome û diyar kir ku serdanên malbatan bi rengekî sînordar têne kirin û her wiha serdanên parêzeran jî nehatine kirin. Sîdar anî ziman ku ne tenê parêzer, siyasetmedar, rojnamevan, hunermend û kesayetên din ên pêwendîdar ên di vê pêvajoyê de xwedî erka wergirtina agahiyan û agahdarkirina raya giştî ne û wiha got: "Divê peyamên Abdullah Ocalan ji civakê re bên ragihandin.”
‘BÊDENGKIRINA ÇEKAN ÇARESERÎ NÎN E’
Sîdar da zanîn ku mijarên sereke yên "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" siyaseta demokratîk û avakirina civaka demokratîk e û wiha axivî: "Bêdengkirina çekan û hilweşandina wan bi tena serê xwe çareseriyê nîn e; ji bo avakirina civaka demokratîk û aştiyeke mayînde divê hemû sererastkirinên qanûnî yên pêwîst bên kirin. Beriya her tiştî divê qanûna heyî bi rengekî çalak û wekhev bi cih were anîn. Bi taybetî têkildarî serbestberdana girtiyên nexweşên giran, ti astengiyeke hiqûqî nîne. Berevajî, di çarçoveya hiqûqî ya heyî de dewlet xwedî mecbûriyeteke parastina mafê jiyanê ye."
‘DIVÊ TMK WERE RAKIRIN’
Sîdar bal kişand ser pêwistiya rêziknameya qanûnî û wiha got: "Pirsa li ser hişê her kesî ew e; çek bêdeng bûne, wê niha çi bibe? Pêwîst e dewlet bersiva vê pirsê bide. Divê guhertinên destûra bingehîn, guherînên Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) û rêziknameyên din ên qanûnî bên kirin. Divê Meclis di vê pêvajoyê de roleke damezrîner bigire ser xwe. Rewşa hiqûqî, ewlehî, aborî û civakî yên kesên ku çekan datînin û her wiha pêvajoyên entegrasyona demokratîk wê çawa bixebitin? Gava yekemîn jî derxistina qanûna pêvajoyê ye."