QERS - 17 kesên di Komkujiya Dîgorê de hatibûn qetilkirin, di sala 32’yemîn a qetilkirina xwe de hatin bibîranîn.
Di 14’ê Tebaxa sala 1993’yan de gundiyên navçeya Dîgorê ya Qersê li dijî serdegirtinên malan, zexta cerdevaniyê, ambargoya xurekê û binçavkirinan xwestin ber bi navenda navçeyê ve meşê li dar bixin. Polîsên tîmên taybet ên dewleta Tirk bi çekan êrişî gundiyan kirin. Di êrişê de 5 jê zarok 17 kes hatin qetilkirin û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûn. Bi ser komkujiyê re 32 sal derbas bûn. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi boneya 32’yemîn salvegera komkujiyê, li cihê 17 welatî lê hatibûn qetilkirin bîranîn li dar xist. Wekîlê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hun û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li bîranînê bûn.
Parlamenterê DEM Partiyê Yilmaz Hun di bîranînê de axivî û got: “Beriya niha bi 32 salan li vê derê komkujiyek hate kirin. Gundiyan, xwestin zextên wê demê, zexta cerdevaniyê bi meşekê protesto bikin. Tam li vê derê, gule li gundiyan hatin reşandin û li gorî qeydên fermî 17 kes hatin qetilkirin. Mîna her carê, di vê komkujiyê de jî tu kes nehate darizandin û faîl hatin berdan. Di serdemeke qala mizakere û aştiyê tê kirin de divê dewlet bi sûcên xwe yên li dijî gelê Kurd kiriye hevrû bibe. Em ê tu caran kesên li vir hatine qetilkirin ji bîr nekin.”
Piştî axaftinan, beşdaran 17 qurnefîl danîn cihê welatî lê hatin qetilkirin û bîranîn bi dawî bû.