NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên fermî di çalakiyên protestoyî yên li Sirbistanê de ku tevgerên xwendekaran pêşengtiya wan dikin, 60 sivîl û 16 sivîl birîndar bûn.
Çalakiyên protestoyî yên li dijî hikûmeta Sirbistanê ku tevgera xwendekaran pêşengtiya wê dikin, di serî de li paytext Belgrad û Novî Sadê li gelek bajaran didomin. Piştî alîgirên Serokkomar Aleksandar Vucic daketin kolanan, çalakî mezintir bûn. Alîgirên Vucîc li Novî Sadê hatin gel hev û li pêşiya ofîsên Partiya Pêşketina Sirp (SNS) bi meşaleyan êrişî çalakvanan kirin. Li bajarê Vrbasê jî rojek berê ji ber êrişên bi şûşe û meşaleyan rageşî mezin bû.
Polîsan, bi hinceta parastina avahiyên partiyê mudaxileyên dijwar kirin. Li gorî daneyên fermî, di çalakiyan de herî kêm 60 sivîl û 16 polîs birîndar bûn. Hat zanîn ku çalakiyên protestoyî li Belgrad, Kraljevo, Kraguyevac, Cacak û Nişê belav bûn.
ÇI BÛBÛ?
Di meha Mijdarê de li bajarê Novî Sadê bangê stasyoneke trenê hilweşiya û 16 kesan jiyana xwe ji dest dan. Çalakiyên protestoyê piştî vê bûyerê dest pê kirin. Serokwezîrê Sirbistanê Milos Vucevic piştî bûyerê îstîfa kir û bûbû rojev ku di projeyên binesaziya dewletê de nelirêtî hatiye kirin. Çalakiyên bi pêşengtiya xwendekarên zanîngehê dest pê kirin bi demê re bi tevlibûna derdorên cuda re veguherîn protestoyên girseyî. Serokkomar Aleksandar Vucîc, di roja 13’ê Tebaxê de ku rageşî dest pê kir, tevî Serokwezîrê Awûstûryayê Christian Stocker daxuyaniyeke hevpar da û ragihand ku dê hilbijartinên giştî ku dê serokkomar jî were hilbijartin, ji dema hatiye plankirin zûtir bên kirin.
Vucîc, têkildarî dîroka hilbijartinê rojeke zelal negot û anî ziman ku dê dîroka hilbijartinê ji hêla saziyên dewletê ve bê diyarkirin.