Ji xizmên windayan banga 'hevrûbûnê' li hikûmetê

  • rojane
  • 14:35 16 Tebax 2025
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên ku ji aliyê ÎHD û xizmên windayan ve li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê hatin lidarxistin de, ji bo aştiyeke birûmet banga hevrûbûnê li hikûmetê hat kirin.
 
Çalakiyên ku ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan ve bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" vê hefteyê li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê berdewam kirin.
 
AMED 
 
Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 862'yemîn de çalakiya 1Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li dar xistin. Çalakî li pêş Bîrdariya Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya Amedê li dar xistin. Di çalakiyê de endam û rêveberên ÎHD a Amedê, Xizmên Windayan û gelek endamên saziyên civaka sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Malbatan dîsa wêneyên windayan hilgirtin û pankarta ku wêne li ser hebûn li erdê raxistin. Di çalakiyê de li aqûbeta Mehmet Ertakê ku di 20'ê Tebaxa 1992'yan de li Şirnexê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û êdî ji wê rojê heta niha tu agahî jê nehatiye girtin pirsin. Endamê Lijneya ÎHD'ê ya Amedê Firat Akdenîz daxuyanî xwend.
 
Berî çîroka Ertak bê xwendin Serokê Şaxa ÎHD a Amedê Ercan Yilmaz got ku xizmên windayan doza hevrûbûyînê dikin.
 
Paşê rêveberê ÎHD a Amedê Firat Akdenîz çîroka Mehmet Ertak xwend. Akdenîz diyar kir ku Mehmet Ertakê bavê 4 zarokan û 32 salî bû û wiha got: “Mehmet Ertak bi malbata xwe re li gundê Rezûka Şirnexê dijiya. Ertak li Şirnexê di kana komirê de kar dikir. Ji ber ku birayê wî tevli nava Tevgera Azadiyê bibû hemû malbat dibin zext û gefên giran ê dewletê de bûn. Mehmet Ertak 3 caran hat binçavkirin û di dema binçavkirinê de rastî îşkenceya giran hat. Di 20'ê Tebaxa 1992'yan de tevî sê xizmên xwe Abdulmenaf Kabul, Suleyman Ertak û Yusuf Ertak ku li heman cihî dixebitîn ji kar vedigere malê. Wesayîta ku tê de bûn ji aliye polîsan ve bi cil û bergên fermî ve li noqteya kontrole ya mala hemşîreyan hate rawestandin. Piştî kontrola nasnameya Mehmet Ertak binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Şirnexê. Nasekî wan ê bi navê Abdullah Ertugrul ê ku roja din hat binçavkirin û piştî du rojan hat berdan. Ji malbata Ertak re diyar kir ku di girtîgehê de bi Mehmet re rojekê di heman hucreye de hatiye hiştin. Sê kesan Îfade dan ku di girtîgehê de îşkence li wî hatiye kirin. Bav Îsmaîl Ertak serî li dozgeriyê dide û kesên ku Mehmet Ertak di binçavan de dîtine li dozgeriyê îfade didin. Dema ku bavê wî encam negirt, di 10ê Îlana 1992an de serî li walîtiyê dide.”
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
ÊLIH
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Êlihê û xizmên windayan di hefteya 698'an de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hat vekirin, parêzvanên mafên mirovan û xizmên welatiyên ku bi kuştinên kiryarnediyar hatin windakirin beşdar bûn. Di çalakiyê de vê hefteyê aqûbeta Hacî Ahmet Er hat pirsin ku di 15'ê Tebaxa 1995'an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê hat revandin û ji wê demê ve tu agahî jê nehat girtin. 
 
Endamê ÎHD'ê Rezan Baytar çîroka Er wiha vegot: "Li gorî vegotin û şahidiyên malbata wî, di 15'ê Tebaxa 1995'an de di navbera leşkerên ku li gundê Kurudere, ku Hacî Ahmet Er lê dijiya, operasyonek dabûn destpêkirin û PKK'iyan de pevçûnek derketiye. Fermandarê leşkerî yê ku operasyonê bi rê ve dibir gef li gundiyan xwariye ku tavilê gund vala bikin û fermana gulebarnkirinê bide leşkeran. Piştî demeke kurt, leşkeran êrişî gund kirin. Kurê Hacî Ahmet Er, Adnan, çû gundê cîran Bilêcanê da ku qantiran bîne ku eşyayên xwe yên malê veguhezîne. Dema ku Adnan diçû, di navbera her du gundan de dengê çekan hat bihîstin. Dengê çekan malbata Adnan xist nav fikaran. Hacî Ahmet Er û birayê wî Hacî Mîrap Er li pey Adnan çûn gundê Bilêcanê. Leşkeran operasyonek dan destpêkirin, birayên Er girtin û ew birin qereqola gundê Serêsêvê. Çend roj şûnde, Hacî Mîrap Er ku rastî îşkenceyên giran hatibû, ji aliyê leşkeran ve bi şertê ku ji gund derkeve, hat berdan. Malbatê texmîn kir ku birayê wî Hacî Ahmet Er ku ligel Hacî Mîrap Er hatibû girtin, jî dê were berdan. Lêbelê, careke din ji Hacî Ahmet Er tu xeber nehat bihîstin. Çend sal şûnde, malbatê ji bo eşkerekirina çarenûsa Hacî Ahmet Er doz vekir, lê ev hewldan bê encam ma. Hacî Ahmet Er 30 sal in winda ye û aqûbeta wî hîn jî nayê zanîn."
 
Baytar diyar kir ku ew li dû edaletê ne, ne li dû tolhildanê ne û got: "Em hesabê jiyanên ku ji me hatine girtin dixwazin û em ê vê lêpirsînê bidomînin."
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
COLEMÊRG
 
Li Colemêrgê, xizmên windayan li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê ji bo hefteya 188'emîn a çalakiya xwe kom bûn. Di çalakiyê de ku pankartên bi nivîsên "Kujer diyar in, winda li ku ne?" û "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" û wêneyên windayan hatin hilgirtin, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek kesên din beşdar bûn. Di çalakiyê de vê hefteyê li sûcdarên kuştina Abdulkerîm Vardar ê di 15'ê Tebaxa 1993'yan de li navenda bajêr li ber çavên zarokên xwe hatin kuştin, hat pirsin.
 
Rêveberê ÎHD Eren Baskin çîroka Vardar vegot û diyar kir ku piştî pevçûnên li navçeya Oremar a Geverê di 14'ê Tebaxa 1993'yan de operasyoneke mezin dest pê kiriye. Baskin got: "Di 15'ê Tebaxa 1993'yan de, wesayîtên zirxî yên ku di navenda bajêr re derbas dibûn bêserûber gulebaran dikirin, girtinên keyfî dikirin û kesên ku nerazîbûn nîşan didan îşkence dikirin. Leşkeran belavok li malên li taxa Esentepe belav kirin û daxwaza valakirinê kirin. Gelek niştecih neçar man ku birevin cem xizmên xwe yên li gundan an bajarên din. Ji ber ku cihekî din ji bo çûnê tunebû, Abdulkerîm Vardar û zarokên wî li mala xwe sekinîn. Dema ku leşkeran kesên ku red dikirin vala bikin dîtin hatin û pencereya derve şikandin û xwestin ku Vardar derkeve. Vardar, digel kurê xwe yê biçûk Zahir, çû ber derî û dûv re ji hêla leşkeran ve hat girtin. Bav Vardar ku li hember destwerdana tund a leşkeran li ber xwe da, ji aliyê sê leşkeran ve li ber deriyê mala xwe hat gulebarankirin û li ber çavên malbata xwe hat kuştin. Abdulkerîm Vardar ku li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, bi hewldanên gferdên malbatê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê hat kirin. Ferdên malbatê yên ku bûyerê ji rayedaran re ragihandin, ketina wan a nexweşxaneyê hat astengkirin. Leşkeran cenaze li parka otomobîlan hiştin û otopsî nehat kirin û cenaze bêyî ku raporek were amadekirin ji bo ji nû ve veşartinê radestî malbatê hat kirin." 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
ÎZMÎR
 
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê çalakiya xwe ya du hefteyan carekê li ber Sumerbanka Kevin a li Konakê bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" berdewam kir. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên "Winda meseleya wijdanê ne, xwedî li wan derkevin" û "Winda diyar in, sûcdar li ku ne" hatin hilgirtin, Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk û gelek kesên din beşdar bûn. Di çalakiya vê hefteyê de li ser aqûbeta Mehmet Ertak ku di sala 1992'yan de ji aliyê polîsên bi cilên fermî ve hat binçavkirin û windakirin, hat sekinandin.
 
Piştî xwendina metna daxuyaniya çapemeniyê, Rêveberê ÎHD'a Îzmîrê Ovgu Temizkan çîroka Ertak xwend. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 

Sernavên din

16:27 Înstagram Çapemeniya Azad sansur dike
15:39 Dadgehê cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemediyê erê kir
15:16 Xwestin girtiyên nexweş bên berdan
14:46 Xetereya belavbûna şewatê: Pêdivî bi helîkopterê heye
14:35 Ji xizmên windayan banga 'hevrûbûnê' li hikûmetê
14:04 Dayikên Şemiyê ji bo Acarê ku 31 berê bi ‘Torosa Spî’ hatibû revandin doza edaletê kirin
13:19 Di lehiya Pakistanê de 330 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:03 NY: Ji meha Gulanê heya niha hezar û 760 filistinî hatine kuştin
12:39 Zelenski wê ji bo hevdîtina bi Trump re biçe Washingtonê
12:31 Tehliyeya girtî bi hinceta li 'qawîşa rêxistinkirî' dimîne hate astengkirin
12:27 Li Îranê êriş li qereqola polîsan hate kirin: Kesek mir
12:24 Li Siwêdayê pevçûn didomin
12:19 Li Licê şewatê dîsa dest pê kir
11:56 Li dijî girtiyan gefa ‘bila pêvajo bi dawî be hûn ê bibînin’ hate xwarin
11:55 Ji bo Omer Asafê bi nexweşîna SMA'yê banga alîkariyê
11:26 Civîna jinan a li Dîlokê: Bila dewlet gav biavêje
11:26 Hesabê înstagramê yê Ajansa Welat û Rojnameya Xwebûnê hatin astengkirin
11:12 Ji OHD'ê kampanyaya 'statuya fermî ji bo kurdî'
11:07 Jinên Belûc ji bo maf û azadiya xwe têdikoşin
11:04 PYD û NY li Şamê hevdîtin pêk anîn
10:41 Ji civîna Trump-Putin biryara ‘lihevkirinê' derneket
10:19 Şewatên li Amedê bi mudaxileya ji bejahiyê ve hatin kontrolkirin
10:01 Li Xelfetiyê qeyûm xizmetê nake: Di vê pêvajoyê de divê qeyûm tunebin
09:34 Akademîsyenê Aştiyê Kaya: Hevdîtina bi Ocalan re dê pêvajoyê bilezîne
09:19 Nûnerê DÎSK'ê yê Stenbolê: Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd wekhevî divê
09:07 Polîtîkaya AKP'ê ya der barê êzidiyên li Ewropayê
09:04 Li Korxanê hilgirên mîrateya bi sedan salan: Bêrîvan
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2025'AN
15/08/2025
16:10 Li Riha’yê jinek hat qetilkirin
16:09 Şewata li Mêrsînê di roja 3’yan de ye: Hezar û 851 kes hatin tehliyekirin
15:41 Ji KESK’ê hişyarî: Heke daxwazên me bicih neyên em ê dest bi çalakiya berdana kar bikin
15:08 Jinan bertek nîşanî Diyanetê dan: Bêyî tawîzê bidin dê têkoşîna me bidome
14:51 Li Pakistan û Hindistanê lehî rabûn: 109 kes mirin
13:47 BES-AR: Mûçeyê kêmtirîn ji sedî 64.81 di bin sînorê birçîtiyê de ma
13:38 Kanyona Qizilxaçê di nava sergoyê de hatiye hiştin!
13:37 Diyanetê mafê mîrasê ya jinan hedef girt
12:28 DEDAŞ’ê li Dêrikê dest danî ser trafoyên cotkaran
12:00 Trump û Putîn dê îro li Alaskayê bicivin
11:48 DEM Partiyê ji wezîr Yilmaz pirsî: Êrişkirina cenazeyê di kîjan qanûn û wijdanê de heye?
11:38 Ayşegul Dogan: Destkeftiyên Kurdan ên li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê ne xetere lê firsend in
10:46 Li Sirbistanê protesto: 60 sivîl û 16 polîs birîndar bûn
09:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Tevî tecrîdê jî Ocalan dixwaze aqilê çareseriyê pêş bixe
09:09 'Divê em li dijî tiryakê şiyar bin'
09:08 ‘Her kêliya Koçero ji bo têkoşînê bû'
09:07 Ocalan 27 sal berê gotibû pêdivî pê heye: Îdeolojiya Rizgariya Jinê çima girîng e?
09:00 ROJEVA 15’Ê TEBAXA 2025’AN
08:41 Li dijî ÎBB’ê operasyoneke nû: Ji bo 44 kesan biryara binçavkirinê hat dayin
14/08/2025
21:55 Li Amedê 'Meşa Civaka Demokratîk'
16:24 Erdogan ji bo pêvajoyê peyama ‘gava nû’ da
16:23 Welat Zal li ser gora xwe hat bibîranîn
15:07 Îmzeyên li dijî qirkirina daristanan hatin komkirin şandin Meclisê
14:58 Der heqê çawişê pispor ê destê zarokekî şikandî de serlêdana sûc hat kirin
14:26 Akengîn li warê xwe Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
14:20 Şîna ji bo Metîn Arslan hatibû danîn bi dawî bû
14:18 ÎHD: Li Êlihê mafê tenduristî û jiyanê ya girtiyan tê binpêkirin
14:15 Li Girtîgeha Karabukê tehliyeya 14 girtiyan hate taloqkirin
14:05 Der heqê Bîrîncî ê AKP’î de lêpirsîn hat destpêkirin
14:01 Ozel: Bîrîncî yê AKP’î ji Kapkî 2 milyon dolar xwest
13:09 Kesên di Komkujiya Dîgorê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
11:32 Îşçî ku ji bo komîsyonê hat vexwendin: Heke li Ocalan guhdarî nekin dê pêvajo temam nebe
10:56 Li Mêrsîn û Hatayê şewat: Gelek kes hatin tehliyekirin
10:44 Parêzer Epozdemîr hate girtin
09:54 Akademîsyen Neşe Ozgen: Mezintirîn astengiya li pêşiya aştiyê tecrîd e
09:49 10 sal bere hatin qetilkirin hê jî dosyaya wan veşartî ye
09:27 Qirkirina daran li cih lêkolîn kir: Encamek ji polîtîkaya dagirkeriyê ye
09:22 'Ji bo aştiyê hiqûq, edalet û demokrasî divê'
09:21 Li Wanê şahiya ciwanan: Azadî nêz e
09:01 ‘Divê civaka sivîl ji bo cîvakîkirina pêvajoyê bixebite'
09:00 Li Dêrsimê bi awayekî komunî mala çandê ava kirin
09:00 ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2025’AN
09:00 Li Hewagê hevdîtina jinan
13/08/2025
22:26 'Em amade ne, bila desthilat jî amade be'
16:32 Li jina ku daxwaza ‘were emniyetê’ red kirî heqaret hate kirin
16:29 Artêşa Îsraîlê plana ‘kontrolkirina’ Xezeyê erê kir
16:21 Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê piştgirî da çalakiya li Şirnexê: Em li vir in
15:14 DEM Partî bi karkerên tekstîlê re civiya
14:23 Li Qilebanê gundiyan li dijî madenê dest bi nobetê kir
14:20 Li Wanê dê mitînga ‘Ne tecrîd dê azadî bi ser keve’ bê lidarxistin
14:04 Hakan Fîdan dîsa HSD hedef girt
13:56 Li Zozana Korxanê atolyeya ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hat lidarxistin
13:34 Buroya Rojnameya Evrenselê ya li Îzmîrê hate gulebarankirin
13:33 Li Manîsayê 2 kes ji ber şewatan hatin girtin
13:15 Rojnemeger Wedat Hisên hat bibîranîn: Em ê kujeran ji bîr nekin
13:03 Cenazeyên 22 Êzidiyan bi merasîmekê radestî malbatên wan hatin kirin
13:02 Wesayîta ji bo vemirandina şewatê diçû qeza kir: Kesek mir
12:08 Li Sindirgiyê bi pileya 4.0’ê erdhej çêbû
12:07 DEM Partî: Hefteya pêş dê komîsyon li nav û saziyên hatine diyarkirin guhdar bike
11:33 Li Kolombiyayê êriş: 3 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn
11:00 Ji jinên li dijî Talîbanê li ber xwe didin heta Rojava: Em platformên hevpar ava bikin
10:09 Binpêkirinên li girtîgehê vegot: Wekî dojehê bû
09:25 Li Îdirê atolyeya ‘îdeolojiya Rizgariya Jinê’
09:20 32 sal di ser komkujiyê re derbas bûn: Dixwestin sûc têxin stuyê PKK'ê
09:13 Qirkirina daran a walîtiyê digot ‘hatiye sekinandin’ didome
09:01 ‘Çekên ku Şengal rizgar kirin bûn sembola aştiyê'
09:00 Dayikan bang li dewletê kir: Rêya aştiyê vekin
09:00 Dixwaze pîşeya xwe fêrî nifşên nû bike
09:00 ROJEVA 13’Ê TEBAXA 2025’AN
12/08/2025
21:49 Komisyon dê hefteya bê Dayikên Aştiyê û xizmên windayan guhdar bike
21:31 Cenazeyê Nûreddîn Sofî hat definkirin
19:18 Li Mersînê jinek hat qetilkirin