Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
- rojane
- 11:13 14/2
Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin. Parêzer Volkan Bîlece û Hebûn Hakan Akkaya jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin. Parêzer Volkan Bîlece û Hebûn Hakan Akkaya jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Polîsan bi ser Mala Hunerê ya Jîn Artê de girtin. Gelek rêveberên DEM Partî û DBP’ê hatin binçavkirin.
Berxwedêrên Wanê bang li îktîdarê kirin ku dev ji êrişên xwe berde û gotin: “Em li vir in, em bi îradeya xwe re ne û heta encamê bidest dixin jî dê li vir bin. Me çawa çawa duh rê nedabe we, em ê îro jî rê nedin.”
Ji ber berfa zêde ya li navend û navçeyên Wanê, rêya 235 mezra û gundan hatin girtin.
Parêzer Lokman Emen bal kişand ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin û di vî 26 salên borî de Tirkiyeyê be rbi rûxandinê ve çûye û got: "Divê birêz Ocalan di çarçoveya mafê her kesî yê aştiyê de bigihê azadiya xwe."
Şoreşgerê Ereb Çetîn Alkanoglû diyar kir ku yek ji sedemên herî girîng ên komploya li dijî Abdullah Ocalan paradîgmaya modernîteya demokratîk a li dijî modernîteya kapîtalîst e û got: "Xwestin pêşeng 'bêtesîr bikin' û li welat, herêmê û qada navneteweyî pêşî li vê paradîgmayê bigirin."
Piştî ku li Şaredariya Akdenîzê qeyûm hatî tayînkirin, 23 kes ji kar hatin derxistin û cihê xebatê yê 150 kesan jî hate guherandin. Li Navenda Şêwrê ya Jinan a ÎŞTAR’ê jî zilamek hate tayînkirin.
Rojnameger Stêrk Gulo diyar kir ku gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji perspektîfa “azadiyê” ya Abdullah Ocalan hêzê digirin û got: “Bi saya felsefeya Abdullah Ocalan hevgirtina gelan xurt bû.”
Hevserokê KON-MED'ê Kerem Gok got: "Em bang li hemû gelê xwe dikin ku di 15'ê Sibatê de ber bi Strasbourgê biherikin û daxwaza xwe ya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" bilind bikin."
Sûad Mistefe ku 3 zarokên wî di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, nasîna xwe ya bi Abdullah Ocalan re bi van gotinan vegot: "Min nedîtiye ku tu rêberekî gelê Kurd bikeve nava raya gel, nirxandinan bike û bi wan re nîqaş bike. Girîngiya min a ji bo têkoşîna azadiya kurd zêde bû."
Berdana girtî Îzzettîn Tekmen ê 30 sal in girtiye û niha li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 2 ya Amedê ye, 10 mehan hat taloqkirin. Dêrsim Tekmen ku bavê xwe di girtîgehê de di 13 saliya xwe de nas kir got: "Divê ev bêhiqûqî bi dawî bibe."
Çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di roja 4’an de didome. Serdanên ji bo nobetê her ku diçe zêdetir dibin û di roja 3’yemîn de bi hezaran kesan nobet girtin.
Çalakiya nobedê ya li pêşiya avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li hemberî berfê di roja 4’emîn de dewam kir.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gihîştiye wan. Bayik da zanîn ku tecrîda Îmraliyê dewam dike, helwesta dewletê rexne kir û got ku ger şertên Abdullah Ocalan neguhere dê çawa bangewazî bike.